Li Bedlîsê bêtehamuliya li dijî tabelayên kurdî didome 2019-06-07 20:59:19 BEDLÎS – Şaredariya AKP’î ya Tetwanê ya ku bi rakirina tabelaya kurdî hat rojevê niha jî tabelaya kurdî ya li goristanekê rakir û serî li sosretek din da. Piştî Şaredariya AKP’î ya Bedlîsê tabelaya kurdî rakir, Şaredariya AKP’î ya Tetwanê jî tabelaya şaredariyê ya kurdî rakiribû û bi rakirina şaredariyê ketibûn rojevê. Bêtehamuliya Şaredariya Tetwanê ya li dijî kurdî didome. Şaredariya Tetwanê niha jî tabelaya “Qebristana Karşiyaka” ya Goristana Taxa Karşiyakayê rakir û di şûna wê de tabeleya “Her nefs wê mirinê tam bike (Her nefis ölümü tadacaktır)" taliqand.    Heta niha Şaredariya Tetwanê têkildarî rakirina tabelaya kurdî daxuyaniyek nedaye.    ÇI BIBÛ?   Di rojên derbasbûyî de Şaredarê Bedlîsê Nesrullah Tanglay tabeleya “Hûn bi xêr hatin” û Şaredariya Tetwanê jî tabelaya “Şaredariya Tewanê” rakiribûn. Piştî vê sosreta şaredarên AKP’ê rakirina tabelayên kurdî ketibû rojevê û bibû cihê nerazîbûnê.    LI ALIYEKÎ REŞ DIKIN LI ALIYEKÎ XWEŞ DIKIN   Li aliyê din Namzetê AKP’ê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Bînalî Yildirim duh hatibû Amedê û di ziyareta xwe ya li Amedê de bi kurdî axivîbû û behsa “Kurdistanê” kiribû. Di van rojên ku şaredariyên AKP’ê li dijî kurdî ku bêtehamuliya xwe nîşan didin, li aliyê din jî AKP’î Yildirim li Amedê bi kurdî diaxive. Ev yek jî di medya civakî de bibû cihê nerazîbûnê.