Di ser cînayeta Hafiz Akdemîr re 27 sal borîn lê... 2019-06-07 16:25:49 AMED - Kujerê Nûçegîhanê Rojnameya Ozgur Gundemê Hafız Akdemir, ku 27 sal berê ji piştve bi yek guleyê Akdemîr kuşt, bi biryara AYM'ê wekî hikumxwarên Hîzbûllahê yên din hat berdan.  Nûçegîhanê Rojnameya Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr 27 sal berê dema ji malê diçû buroya rojnameya Ozgur Gundemê li Melîk Ahmetê ji piştve bi yek guleyê hat kuştin. Cihan Yildiz ku wekî kujerê Hafiz Akdemîr tê zanîn, di heman demê de wekî kujerên 11 kesên din jî tê zanîn. Yildiz, piştî çend salan li Avusturya hat girtin û teslîmî Tirkiye hat kirin. Dadgehên Tirkiye cezayê muebetê lê birî, lê piştre bi biryara AYM’ê hat berdan. Cîhan Yildiz jî wekî endamên din ên Hîzbûllahê hat berdan. Di salên 90’an de gelek rojnamegerên Kurd ji piştve hatin kuştin. Yek ji vana Hafız Akdemir e. Akdemîr di 8'ê Hezîrana 1992'an de dema ji malê diçû buroya Rojnameya Ozgur Gundemê ya Amedê li kolana Melîk Ahmet ji pişte bi guleyekê hat kuştin. Kujer piştî bûyerê reviya û xwe winda kir. Piştî cînayetê Akdemîr, kujer heta 8 salan nehat darizandin. Piştî Rêberê Hizbullahê Huseyin Velioglu di 17'ê Çileya 2000’an de li vîlayek Beykoz a Stenbolê hat kuştin, lêpirsîn hatibû destpêkirin. Danişîna doza "Doza Sereke ya Hîzbûllahê" ku 31 bersûcê wê hene, li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di dozyaya Hizbullahê de kuştina 188 kesan hebû. Yek ji cînayetên kesên hatin kuştin û di dosyayê de cih digirt jî dosyaya Hafız Akdemir bû.    ŞAHID CÎNAYET VEGOT   Yek ji şahidê bûyerê Fuat Balca ye. Balca têkildari bûyerê îfade da. Balca, anî ziman ku Mahmut Kaya fermana çekê daye û wiha got: "Cîhan Yildiz ê bi kodê 'Huseyin' jî kesê tetîkêş e. Di encama darizandinê de Balca û 15 kesên din di 20'ê Kanûna 2009'an de hatin girtin. Lê 9'emîn daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind, xala 102'an a CMK'ê li ber çavan girt û 12 bersûcên ku 12 salên wan girtî derbas bûye di 3'ê Çileya 2011'an de bi şert serbest berdan.    Dadgehê kujerê 11 kesan Yildiz, piştî li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat darizand8in, di 30'ê Gulana 2013'an de rastî cezayê heta heta hat. Yildiz li ser îtîraza parêzer ji nûve hat  darizandin. Heyeta dadgehê meha borî daxwazname dîsa lêkolîn kir û bi şertê kontrol Yildiz serbest berda.      Berdevkê Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) Hakki Boltan, bertek nîşanî kujer Yildiz ê ku Hafız Akdemir kuştibû û hat berdan da. Boltan, anî ziman ku hempîşeyê wan bi zanebûn û plan hedef hat girtin û li gel cezayê muebetê lê hatiye birîn jî niha serbest digere.   Boltan, anî ziman ku wê sibê sate di 10.00’an de di 27'emîn salvegera Hafiz Akdemîr de li cihê lê hatiye kuştin bibîr bînin. Boltan bang li her kesî kir ku tev li bernameyê bibin.