350 dolar pêşniyarî kesên Wezîrê Dadê Gul guhdar bikin kirin 2019-06-07 12:17:38 NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo beşdarî civîna Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul a li DYA pêk bîne û Stratejiya Reforma Darazê vebêje bibin, 350 dolar pêşniyarî akademisyen û analistan kirin.    Turkish Heritage Organization (THO), wê di meşa pêş de li DYA bi tevlêbûna Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul civîna Stratejiya Reforma Darazê pêk bînin. Têkildarî civîna ku di meha pêş de bê li darxistin agahiyek balkêş hat belavkirin. Edîtora Navenda Lêkolîna Tirkiye ya Enstîtuya Rojhilata Navîn û li Zanîngeha George Washingtonê Alîgir. Doçent e Gonul Tol, diyar kir ku yên beşdarî civîna Wezîr Gul bibin 350 dolar pêşniyarî wan kirine. Tol li ser hesabê medya civakî ya Twitterê agahî parve kir û anî ziman ku kesên beşdarî civîna Gul bibin 350  dolar pêşniyarî wan hatiye kirin.