Li kampa penaberan 400 kes bi jana zirav ketin 2019-06-07 11:48:26   ÎDIR - Penaberên li Îdirê di Navenda Vegera Paşve ya grêdayî Îdareya Koçberiyê dimînin, bi talûkeya “şewba jana zirav" rû bi rû mane. Parlamenterê HDP'ê Habîb Eksîk diyar kir ku li Kampê 400 kesên bi şika jana zirav hene. Eksîk, anî ziman ku ger tedbîr neyên girtin, wê bandorê li ser hemû gelê Tirkiye bike.    Li kampa penaberan a Navenda Vegera Paşve ya grêdayî Îdareya Koçberiyê, bi sedan penaber bi talûkeya “şewba jana zirav" re rû bi rû mane. Parlamenterê HDP'ê Dr. Habîb Eksîk diyar kir ku li Kampê 400 kesên bi şika jana zirav hene. Eksîk, anî ziman ku ger tedbîr neyên girtin, wê bandorê li ser hemû gelê Tirkiye bike. Eksik, anî ziman ku ev tespîtên wan rast in û bi lez têkildarî vê mijarê xebat dane destpêkirin. Eksîk, nişaneyên tuberkulozê (verem) anî ziman ku têkildarî mijarê bi rayedaran re hevdîtin kiriye û wiha got: “Ev kamp bi temamî ji prefabrik û çadiran hatiye avakirin. Bingehek sererast nehatiye avakirin. Li kampê nêzî 800 koçber û 400 personelên ewlehiyê hene. 170 kesên bi nexweşiya tuberkuloz (jana zirav) ketine teqez e. Disa 400 kes bi şika vê nexweşiyê ne. Personel, hêzên ewlehiyê, çûne midûriyeta tenduristiyê û Navenda Komuta ya 112'an û agahiyek bi vî rengî dane wan. Li ser vê yekê rayedarên Midûriyeta tenduristiyê çûne kampê û lêkolîn kirine. Me agahî stend ku cîhaza x-ray a fîlmê kezebê dikişîne bi xwe re birine kampê û di bin kontrola pisporê nexweşiya sîng û enfeksiyonan de lêkolîn kirine. "    Eksik, da zanîn ku diviya bû berê kontrol hatibana kirin û wiha got: "Li vir feraseta AKP'ê ya 'min her tişt kir û çû' heye. Ev bi xwe re pirsgirêkên mezin pêş dixe. Li Kamp, kreş, hêlîn û wargehên ku bi komî mirov lê dijî gelek nexweşî pêş dikevink. Li van cihan nexweşiya êşa zirav (Tuberkuloz) zû pêş dikeve. Berî her tiştî divê beriya ku mirovan bînin li vir bi cih bikin wan di kontrolê re derbas bikin. Divê tedbîr bên girtin û bên derzikirin.    Li wê kampê 800 mirovên penaber dijîn. Tenduristiya wan di bin talûkeyek pir mezin de ye.    MA / Mujdat Can