Çûn serdana dîroka 10 hezar salî 2019-06-07 09:08:58   AMED - Welatî, di Cejna Remezanê de li Erxeniyê çûn Qotê Ber Çem û Şikeftên Hîlarayê ku xwedî dîrokeke 10 hezar salî ne.    Qotê Ber Çem û Şikeftên Hîlara yên li Erxeniya Amedê xwedispêrin sala B.Z. 7500 û 5500. Raçînga dîrokî ya şikeftan, hêla wan a erdnîgariyî xwedî bedewiyeke bêhempa ne. Qotê Ber Çem (Çayonu) ku li başûrê şikeftan dikeve, wateyeke din li şikeftan bar dike. Qotê Ber Çem û Şikeftên Hîlarayê, di warê çandiniyê, kedîkirina mî û bizinan de di şaristaniyê de xwedî mîsyoneke girîng in.    Ji ber Cejna Remezanê gelek amedî û şêniyên bajarên derdorê çûn Qotê Ber Çem û Şikeftên Hîlarayê.    Tê diyarkirin ku di demên dawî de ji ber tahsîlat nayê kirin ev cihwarê dîrokî bêxwedî maye û her wiha li van cihwaran peywirdarek jî tune ye ku dîroka wan ji vebêje.