Seyît Riza û hevalên wî li Mêrsînê hatin bi bîranîn 2017-11-18 15:31:22 MÊRSÎN - Şaxa DAD'ê ya Mêrsînê Seyit Riza û hevalên wî di 80'yemîn salvegera darvekirina wan de bibîr anîn. Şaxa Komeleya Elewîyan a Demokratîk (DAD) a Mêrsînê, bi minasibeta 80'yemîn salvegera darvekirina Seyît Riza û hevalên wî bernameya bîranînê pêk anî. Bîranîn li Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Mêrsînê pêk hat. Di bernameya biranînê de rêveberên HDP'ê, nûnerên komeleya Dersimiyan û gelek kesên din amade bûn. Bernameyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokê Şaxa DAD'ê ya Mêrsînê Mehmet Saîtoglu, diyar kir ku çawa Seyît Riza û hevalên wî li dijî zilmê di ber xwe dan ew jî dê li dijî zilmê di ber xwe bidin. Saitoglu, anî ziman ku ew dê mil bidin mil û li dijî neheqiyê têbikoşin.    Bername bi helbestan û belgesela ku komkujiyê vedibêje bi dawî bû.