Prof. Dr. Dinçer: Divê li Sûrê banga agahiyan bê avakirin 2019-06-07 09:01:43 AMED - Prof. Dr. "Îclal Dinçer, diyar kir ku Sûrê di 3 salên dawî de gelek tişt winda kirin û ji koka çanda xwe hat qutkirin û wiha got: "Sûr bi windakirina ruhê xwe re rû bi rû ye. Divê li Sûrê banga agahiyan bê avakirin.  Prof. Dr. Îclal Dinçer ku di sala 1989'an de ji bo Plana Îmarê ya bi Armanca Parastina Sîta Bajarvaniya Sûrîçî ya Amedê, ji Zanîngeha Yildiz Teknikê hat Amedê, li ser Sûrê xwedî agahiyên pir girîng in. Prof. Dînçer ku di heman demê de Serokê Komîteyae Mîllî ya Tirkiye ya Konseya Sîtte û Bîrdariyên Navneteweyî (İCOMOS) ye. Dînçer, di nava xebatên dema Sur di nava mîrateyên Cîhanê yê UNESCO de cih girt jî, cihê xwe girt. Dînçer, anî ziman ku di 4 salên dawî de ji ber qedexeyên bê navber û bê dem bajar tê xerakirin û li şûna avahiyên hatin xerakirin înşaetek nû tê avakirin, Sûrê gelek tişt winda kirine.   REHÊ KOKA ÇANDÊ YA SÛRÊ JI SÛRÊ QUT DIKIN   Prof. Dr. Dinçer, anî ziman ku Sur cihekî qedîm e û wiha got: "Bi hezaran salin bellek û hafiza hewldanên kes û civakan li vir kok vedaye. Hafiza û û çandek pir kûr û pir qatman hatiye avakirin. Li vir ruhê warekî hatiye avakirin. Ji bo cihek bibe warek divê demek û çandek bê avakirin. Divê ev çand li ser vê axê kok berde. Di navbera mirov û war de torek pir girîng heye. Li Surê piştî sedan salan tora hezkirina mirovan û war hatiye avakirin. Ev tora hezkirina mirov û war di sala 2015'an de piştî geşedanan qut bû.    DIVÊ WAR RUHÊ XWE WINDA NAKE   Prof. Dr. Dinçer, anî ziman ku Sûrê travma derbas kiriye û ji bo dîsa vegere asta xwe ya berê xebatek pir dijwar pêwist e û wiha lê zêde kir: “Bi pêvajoya Travmatik re li 6 taxên Surê jiyan qediya. Yên li Sûrê dijîn baweriyawan bi dewletê nemaye. Ji bo dîsa Sûr vegere ser ruhê xwe pêvajoyek pir dijwar divê. Li pêş wê nediyariyek heye. Dewlet li vir karê nediyar dike. Ev geşedanên li vir pêş ketin wê derbasî dîroka cîhanê bibe. Her warek û ruhekî wê heye. Divê ev war ruhê xwe winda neke. Hengî mirov ji wî warî bar kirin ruhê wî warî jî diçe. Dema warên fîzîkî tên hilweşandin ew war bê ruh dimînin.    ‘NIFUSA NÛ WÎ RUHÊ BERÊ BI XWE RE NÎNE'   Prof. Dr. İclal Dinçer, da zanîn ku avakirina avahiyên nû û nifûsa nû wî ruhê berê bi xwe re nîne û wiha bi dawî kir. Têkiliya mirov û cih bi hevre heye. Dema mirov cihê xwe terk dike her dem xwe tenê û bê kes hîs dike. Ev dibe sedema travmayan. Li wûna warê berê avahiyên beton tên avakirin. Nifûsek nû lê tê bi cih kirin. War û ruhek diçe li şûna wê war û ruhekî din tê avakirin. Têkiliya mirovan ji hev qut bû. Çand perçe bû. Çanda dirokî ya li Sûrê ji koka xwe ya Sûrê hat qutkirin.    Pişti şer 6 tax hatin xerakirin û dem û dûz kirin. Paşeroja Sûrê bi eş e. Bû warê bûyerên bi tundî. Avahî, kolan û zevî bûn şahidê tundî û êş. Dikarîbûn avahiyên têkiliya wan bi heqîqetê heye û warê jiyan û hafizaya kolektif bihatana parastin. Lê ev der tev xera kirin dem û dûz kirin û hafiza tune kirin. Şop tev winda kirin. Bê war û bê şop hiştin. Divê ji niha û şûnde hemû belge û dokuman bên komkirin. Hawiz û banga agahiyan divê bê avakirin."      MA / Lezgin Akdenîz