ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2019'AN 2019-06-07 09:00:18 * Prof. Dr. "Îclal Dinçer, diyar kir ku Sûrê di 3 salên dawî de gelek tişt winda kirin û ji koka çanda xwe hat qutkirin û wiha got: "Sûr bi windakirina ruhê xwe re rû bi rû ye. Divê li Sûrê banga agahiyan bê avakirin.  * Berpirsiyarê Têkiliyên Derve yên HDP'ê Hişyar Ozsoy, diyar kir ku bo operasyona derî sînor encam nayên girtin û ji bo çareserkirina krîza siyasî û aborî divê li peyamên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê nerîn.    * Di ser hilbijartina 7'ê Heziranê ya ku rê li pêş destpêka hilweşîna AKP’ê vekir re 4 sal derbas bûn. Lê her çend hilbijartina 7'ê Hezîranê hat betalkirin û bi hilbijartina 1'ê mijdarê li dijî siyaseta demokratîk darbe pêk hat jî HDP hêj li qadê û partiya herî mezin a muxalif e. Berdevkê HDP'ê Gunay Kubilay bandora 7'ê Hezîranê û polîtîkayên piştî wê nirxand û got: "Ger ku li ruhê 7'ê Hezîranê xwedî hatiba derketin wê îro hilbijartina Stenbolê nehatibûya betalkirin. Nivîskar Veysi Sarisozen jî anî ziman ku wê di hilbijartina 23'ê Hezîranê darbeyek li AKP’ê bikeve.    * Welatî, di Cejna Remezanê de li Erxeniyê çûn Qotê Ber Çem û Şikeftên Hîlarayê ku xwedî dîrokeke 10 hezar salî ne.    * Pisporê Rojhilata Navîn Mûstafa Pekoz, destnîşan kir ku bê şert û merc DYA li dijî S-400'an derdikeve û got: "Li Tirkiyeyê her diçe rewşa ku nekire an jî taloqkirinê derdikeve holê lê belê vê carê jî wê bi mueyîdeyên tund ên Rûsyayê re rû bi rû bimîne. Yanî di her du rewşan de jî krîzeke mezin li benda Enqereyê ye."    * Ji ber krîza aborî welatî ji bazar û çarşiyan bêyî tûrikên xwe tije bikin vedigerin malê. Esnafên Bazara Semtî ya Jina ya Jiyanê ya Amedê, diyar kirin ku ji ber nebûna kar gelek bazarvanên deyndar bûne dezgehên xwe girtine.    * Zimanzan Alî Kerîm Huseîn ku Ferhenga Etîmolojiyê ya Kurdî amade kiriye, diyar kir ku li Rojhilata Navîn ji zimanê herî kevnar  yek jê kurdî ye û got: "Eger perwerdehiya bi zimanê zikmakî çêbibe, wê kurdî bibe yek ji zimanên cîhanê yê herî pêşketî."    * 10 kesên piştî pevçûna li Xeleftiyê hatin girtin, behsa îşkenceya ku di bin çavan de 12 rojan li wan hat kirin kirin. Bi her awayî hatin îşkencekirin lê belê tenê daxwazeke wan heye, ew jî cezakirina îşkencekara ye.    * Bertekên li hemberî daxistina tabeleyên bi kurdî didomin. Zimanzan Necmiye Alpay, got: "Ev feraset li dijî aştî û demokrasiyê ye." Nivîskar Selîm Temo jî got: "Kesên nehiştin gorek Saîdê Kurdî hebe jî dîsa efendiyên wî bûn."    * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temelli, dê di çarçoveya pîrozbahiya cejnê de li Şirnex û navçeyên Şirnexê bi gel re bê cem hev. Hevseroka HDP'ê Pervin Buldan  jî wê li Îdirê bi gel re bê cem hev. (10.00-11.00-16.00)   * Komeleya Berê Zarok wê li parka Ben û Sen a Sûrên Amedê starta mihrîcana Zarokan a Sûrê bide. (17.00-19.00)