Li qada seyranê ya Gabarê şewat derket 2019-06-06 15:43:08   ŞIRNEX – Li qada seyranê ya li qûntara Çiyayê Gabarê şewat derket. Komên Şaredariyê mudaxeleyî şewatê kirin û bi zorê vemirandin.    Li qada seyranê ya di navbera navçeyên Cizîr û Basayê yên Şirnexê ku dikeve qûntara Çiyayê Gabarê de ji ber sedemek nehat zanîn şewat derket. Ji ber hewa germ û bayê agir gur bû û welatî û şivanan ewil mudaxeleyî şewatê kirin. Welatiyan nikaribû şewatê vemirînin û li ser vê bangî komên agirkujiyê yên Şaredariya Cizîrê hat kirin. Komên agirkuj çûn cihê şewatê û mudaxeleyî şewatê kirin û bi zorê vemirandin.