Li Amedê di qezayên trafîqê de 16 kes birîndar bûn 2019-06-06 15:28:16   AMED – Li Amedê 2 qezayên trafîqê pêk hatin û di her du qezayan de 4 jê zarok 16 kes birîndar bûn.    Di qezaya ku li taxa Yolkopru ya navçeya Erxeniyê ya Amedê pêk hat de, dormîşa bi plaqeya 21 AAL 463 ku ji aliyê Hîdayet Ceylan ve dihat ajotin, li rawestgehê li otobusa rêwiyan a bi plaqeya 21 HD 254 a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku ji aliyê Yahya Kaçar ve dihat ajotin qelibî û 7 rêwiyên ku di her du wesayîtan de hebûn birîndar bûn.    Birîndaran bi ambûlansên ku hatin cihê buyerê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erxeniyê.   9 KES BIRÎNDAR BÛN   Li ser rêya Amed û Farqînê jî dormîşa rêwiyan a bi palqeya 21 BH 535 li Bûlwara Farqînê li otomobîla bi plaqeya 21 KL 717 qelibî. Di qezayê de 4 jê zarok 9 kes birîndar bûn. Birîndaran bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Ji ber qezayê heta demekê wesayît bi kontrol hatin berdan.