Di depoya lojîstîkê de şewat derket 2019-06-06 12:38:28   KOCAELÎ - Li herêma fabrîqeyan a Çayirovayê di depoya lojîstîkê de şewat derket   Li herêma fabrîqeyan a taxa Cûmhûriyetê ya navçeya Çayirova ya Kocaeliyê, ji ber sedemeke nayê zanîn di depoyeke lojîstîkê de şewat derket. Piştî ragihandina rewşê gelek komên agirkujiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Komên agirkujiyê ku ji bo alavên agir xwe negihînin fabrîqeyên derdorê bergiriyan digirin, bi zorê mudaxaleyî agirê ku dibe sedema gelek teqînan dikin.