Ji butçeya şaredariyê kamera li dibistanên gundan bi cih kirin 2019-06-06 10:26:03   ŞIRNEX - Qeyûmê Şaredariya Cizîrê ku ji bo meaşê 15 rojan şaredarî da îcrayê, çend roj beriya hilbijartinê bi pereyê şaredariyê li 25 dibistanan kamera bi cih kirin.    Qeyûm dema tayînî Şaredariya Cizîrê hat kirin di qazeya şaredariyê de 36 hezar TL hebû. Di hilbijartina 31'ê Adarê de HDP'ê şaredarî ji destê Qeyûm girt û dema şaredarî ji destê qeyûm derxist vê varê qeyûm 220 milyon TL deyn li pey xwe hişt. Qeyûm hem şaredarî di bin deynan de hişt û hem jî avahiya xizmetê ya şaredariyê, Qada Cumhuriyetê û 2 rê dewrî kesên din kir. Derket holê ku qeyûm hemû mabîlyaya li odeya meqam a Qeymeqam, malzemeyên paqijî û kirtasiyê yên qeymeqam tev ji butçeya şaredariyê temin kiribû. Dîsa malzemeyên berberxaneya Cendirmeyan a Cizîrê ji butçeya şaredariyê temîn kiribû. Niha jî derket holê ku qeyûm beriya ku dawî li karê wî bê ji butçeya şaredariyê li 25 dibistanên gundan kamera bi cih kiriye. Bedelê kamerayan ên peymawa  wan di 22'ê Adarê de hatiye îmzekirin 237 hezar û 289 TL ye.