Ji bo Heskîfê li 35 deveran çalakî 2019-06-06 09:14:26   ÊLIH - Wê îsal bi boneya 7-8'ê Hezîranê Roja Çalakiya Kûrewî ya Ji Bo Heskîfê li 35 deveran çalakî bên lidraxistin. Berdevkê Navnetewî yê Hewldana Zîndekirina Heskîfê Ercan Ayboga, bang li ekolojîst û dîrokhezan kir û got: "Deng bidin Heskîfê."    Çêkirina Bendava Ilisû ya li ser Çemê Dîcleyê didome. Bi vê bendavê re di serî de Heskîfa dîrokî û bi giştî dê 119 dever di bin avê de bimînin. Hewldana Zîndekirina Heskîfê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê jî di nav de 87 tevgerêne kolojiyê bi boneya 7-8'ê Hezîranê Roja Çalakiya Kûrewî ya Ji Bo Heskîfêbang kirin. Berdevkê Navnetewî ya Hewldana Zîndekirina Heskîfê Ercan Ayboga, diyar kir ku ew ê li gelek welatên cîhanê ji bo Heskîfê çalakiyan li dar bixin. Ayboga, destnîşan kir ku divê her kes bibe dengê Heskîfê.    LI 35 DEVERAN ÇALAKΠ   Ayboga, anî ziman ku ew ê îsal di çarçoveya 7-8'ê Hezîranê Roja Çalakiya Kûrewî ya Ji Bo Heskîfê de, li welatên wekî Avûstûrya, DYA, Fransa, Iraq û Tirkiyeyê çalakiyan li dar bixin û got: "Wê li Îraqê li 10 bajaran çalakî bên lidarxistin. Lê em dikarin ji vê bêtir li Tirkiyeyê li dar bixin. Loma em dixwazin careke din bang li ekolojîst û dîrokhezan bikin; Divê em bibin dengê Heskîfê. Dibe ev pêşangeh be, dibe ev daxuyanî be, dibe ev meş be jî."    Ayboga, bêdengiya raya giştî ya jib o Heskîfê jî rexne kir û destnîşan kir ku ji bo ev bajarê dîrokî di bin avê de nemîne divê piştevanî bê xurtkirin. Ayboga, destnîşan kir ku ew ê çalakiyên xwe bidomînin û got: "Divê em bêtir bibin dengê Heskîfê. Niha kêm kes ji bo Heskîfê têdikoşin. Loma divê hîn bêtir mirov destê xwe têxin bin vî barî. Bêtir destekê bidin. Divê em ji kesên têdikoşin re bêjin; em ne bêhêvî ne. Têkoşîn enqediyaye. Didome. Li cîhanê projeyên ji Ilisûyê mezintir bi têkoşînê betal bûn. Ev yek ji bo me cihê hêviyê ye."    MA / Metin Yoksu