‘Li Sûrê UNESCO peywira xwe bi cih nayne, desteya parastinê jî sûc dike' 2019-06-06 09:12:10   AMED - Serokê Giştî yê Odeya Mîmaran Eyup Mûhcû, diyar kir ku ÛNESCO li dijî rûxandina li Sûrê peywira xwe bi cih neaniye û Desteya Parastina Heyînên Çandeyî jî li gor qanûnan tev negeriyaye û sûc kiriye.    Li Sûra ku di Lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanê ya UNESCO'yê de ye, ji 2'yê Kanûna 2015'an ve li taxa Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaşê qedexeya derketina derve, rûxandin û înşeat didomin. Serokê Giştî yê Odeya Mîmaran Eyup Mûhcû, destnîşan kir ku hîn jî UNESCO ji bo Sûrê bêdeng e û helwesta UNESCO'yê ya ji bo Sûrê rexne kir. Her wiha Mûhcû, destnîşan kir ku Midûriyeta Desteya Parastina Heyînên Çandî jî li gor qanûnan tev negeriyaye û sûc dike.    Mûhcû, destnîşan kir ku hemû organên dewletê ji bo rûxandina Sûrê bi awayekî koordîneyî xebitiye û got: "Ji zûvde ye em bi Sûrê re eleqedar dibin. Çimkî sûrên Amedê mîrateya hevpar a mirovahiyê ye. Ji bo parastina vê saziyên li Amedê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê xebitî û serî li UNESCO'yê dan. ÛNESCO, di sala 2015'an de sûrên Amedê xist nav Lîsteya Mîrateyên Cîhanê. Piştî vê diviya li nav Sûrê hin restorasyon bihatana kirin. Hin gav hatin avêtin. Lê belê paşê bi zanebûnî pêvajoya rûxandinê dest pê kir. Me Odeya Mîmaran pêvajoya hiqûqî da destpêkirin. Hewldanên me yên hiqûqî nikaribû rê li ber vê pêvajoya fiîlî bigire. Çimkî em bi helwesta rêveberiyeke ku guh neda bangawaziyên me yên hiqûqî, demokratîk û pîşeyî. Li Amedê pêvajoyeke hovane ya rûxandina çandî û dîrokî pêk hat. Piştî pêvajoay rûxandinê qediya hîn nû daraz bi îtirazên me re eleqedar bû. Otorîteya navendî, daraz û saziyên dewletê bi awayekî koordîneyî ji bo rûxandina nav Sûrê û bi awayekî sîstematîk tev geriyan. Niha avahiyên dîrokî hatine rûxandin. Taxên welatiyan ji holê hatin rakirin. Kirin erdeke rût. Ji bo bi destê TOKÎ'yê hin avahî bên çêkirin pêvajoyeke înşeatê dest pê kir. Gelek nirx hatin tunekirin. Ne mimkun e mirov wan paş de bîne. Li şûna wan hin avahî hatin çêkirin lê belê tu eleqeya van avahiyan bi mîmarî û raçînga dîrokî ya Sûrê re tune ye."    ÇANDEKE LI DIJÎ RUHÊ SÛRÊ   Mûhcû, diyar kir ku li du taxên Sûrê hîn jî pêvajoay îneşatê didome, lê belê tu eleqeya wê bi mîmariya Sûrê re tune ye û got: "Avahiyên li Antalya, Qersê tên çêkirin û li Sûr a Amedê jî tên çêkirin. Avahiyên ne li gor herêmê û ne li gor mirovên herêmê tên çêkirin. Sedema sereke ya vê yekê polîtîkayên dijî çandê ye û rant e. Bi van avahiyên ku tu eleqeya wan bi nirxên mîmariyî re tune ye, di heman demê de ranteke mezin bi dest dixin. Wisa xuyaye wê wê bidin mirovên xwe yên feraseta wan a siyasî heman feraset e. Mirovên li nav Sûrê diman hatin sirgûnkirin. Ev hemû xizan bûn. Niha jî wê li şûna wan hin mirovên din, derdora rantê bînin vira. Wê ev bibin nifûsa mayînde ya vira. Piştî çanada jiyanê ya Sûrê bêw indakirin vê carê wê avahiyên bazirganî, AVM, otel, fonksiyonên turîzmî bînin vira û wê pergaleke bi temamî li dijî dîroka Sûrê bê avakirin."    Mûhcû, destnîşan kir ku di pêvajoya rûxandina Sûrê de saziyên dewletê li gor qanûnan tev negeriyane û karên derî qanûnî kirine û got: "Desteyên Parastina Heyînên Çandî ji bo parastina van nirxan hatine peywirdarkirin. Di warê qanûna bingehîn de berpirsiyariyên wê hene. Li gorî qanûna 2860'î ji rûxandina heyînên çandî berpirsiyar e. Di pêvajoya rûxandinê li hemberî vê tev negeriyan loma berpirsiyarê vê rûxandinê ew in. Ji bo Desteyên Heyînên Çandî peywira xwe bi cih neynin ji kesên nepispor pêk tînin. Hin derdorên siyasî yên nizanin çand çî ye, dîrok çî ye kirin kadro."    ‘EM Ê VÊ SERDEMA TARÎ PARVE BIKIN'    Mûhcû, destnîşan kir ku ew ê ji bo Sûrê xebatên xwe bidomînin û got: "Nîqaşên divê çi bên kirin didomin. Bajarek, dîrokek hat tunekirin. Tiştên li şûna wan hatin çêkirin jî ne di wesfa ku bên nirxandin de ne. Em dixwazin vê yekê li dîrokê binivîsnin. Ji bo ronîkirina vê serdema tarî û ji bo nirxên di vê pêvajoyê de hatine windakirin bên parvekirin, em ê bi saziyên cemaweriyê û zanîngehan re parve bikin."   MA / Lezgin Akdeniz