Malbat ji Îmraliyê vegeriyan 2019-06-05 20:49:01   STENBOL - Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet ocalan, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Emîn Konar û xwişka Veysî Aktaş Sabîha Aslan ku ji bo cejnê çûn Îmraliyê vegeriyan.    Mehmet Ocalan ku ji bo cejnê hevdştinê bi birayê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re çêbike roja Înê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabû. her wiha birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Emîn konar û xwişka Veysel Aktaş Sabîha Aslan jî ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyêd abûn.    Piştî Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê destûr da, îro danê sibehê malbat çûn Qereqola Cendirmeyan a Gemlîkê û çûn Îmraliyê. Malbat piştî hevdîtinê ji Îmraliyê vegeriyan.    Herî dawî Mehmet Ocalan di 12'ê Çileyê de hevdîtin bi birayê xwe re pêk anîbû.   Xizmên Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş jî ji 15'ê Adara 2015'an û xizmên Hamîlî Yildirim jî ji 15'ê Tîrmeha 2015'an ve hevdîtin pêk neanîbûn.