Aktivîstên TJA'yê Leyla Guven ziyaret kirin 2019-06-05 18:18:37   AMED - Aktivîstên TJA'yê çûn serdana malbatên Zulkuf Gezen ê ku li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anî û çalakgerê rojiya mirinê Ardil Çeşme û serdana Leyla Guven a ku 200 rojî di greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda îmraliyê de  ma. Leyla got:"Dê jin dîrokê serîhildana binivîse."   Bi munasebeta Cejna Remezanê  Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) çûn serdana malbatên Zulkuf Gezen ê ku li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anî û çalakgerê rojiya mirinê Ardil Çeşme û serdana Leyla Guven a ku 200 rojî di greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda îmraliyê de  ma. Parlamenterên HDP'ê, hevserokên şaredariyên HDP'ê û encumen jî beşdarî serdanê bûn. Leyla Guven, di ziyaretê de wiha got:"Hevdîtina malbatê û parêzeran a bi Abdullah Ocalan ji bo min bû wekî cejnê. Hevalên jin qet min di vê rêyê de tenê nehiştin. Dê dîrokê serîhildana jinê binivîse. Dayikên Laçikspî li ber zindanan heta dawiyê li berxwe dan. Ez dizanîm dê dîrokê serîhildana jinan binivîsîne. Bi pêşengiya jinê tecrîd bi dawî bû. Ev şerefek mezin e."   Parlamentera HDP'ê Saliha Aydeniz jî anî ziman ku polîsan ji bo kes vê serîhildanê nebîne nedihiştin nûçegîhan dîmenan û wêneyan bikşînin û got: "Lê her çend asteng kirin jî, hemû cîhan bi vê serîhildanê hesiya."     Dayikên Aştiyê yên ji bo çalakiyên grevên birçîbûnê her li qadan bûn bi laçikên xwe yên spî çûn serdana Leyla Guven ziyaret kirin.