Li HDP'ê pîrozbahiya cejnê: Têkoşîna demokrasiyê dê bi dome 2019-06-05 15:19:29 NAVENDA NÛÇEYAN - Di roja duyemîn a Cejna Remezanê de, gel çûn avahiyên HDP'ê û cejn pîroz kirin. Di axaftinên bernayên piroz kirina cejnê hatin kirin de, ev peyam hatin dayîn: "Em di wê baweriyê dene ku daxwazên me yên aştî û demokrasiyê dê pêk werin û emê qezenc bikin." Li avahiyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di roja duyemîn a Cejna Remezanê de cejn hat pîrozkirin. Bi hezaran welatî çûn avahiyên partiyê û cejan hev pîroz kirin. Rêveberên HDP'ê yên di bernameyên pîroz kirina cejnê de axivîn, bal kişandin ser çalakiyên greva birçîbûn û rojiya mirinê yên di rojên derbasbûyî de li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bûn. Di axaftinan de hat gotin ku têkoşîna aştî û demokrasiyê dê dewam bike.    LI AMEDÊ CEJNA HEV PÎROZ KIRIN    Li avahiya rêxistina HDP'ê ya Amedê, parlementerên partiyê, Hevşaredarên Bajarê Mezin û navçeyên Amedê, rêveber û endamên partiyê serdanên gel ên cejnê qebûl kirin. Dayikên Aştiyê û bi sedan welatî li avahiya partiyê cejna hev pîroz kirin. Hevserokê HDP'ê yê Bajêr Zeyyat Ceylan, di bernameya cejna hev pîrozkirinê de axaftinek kurt kir û wiha got: "Ev hem serdanekê cejnêye û hem jî xwedî derketin polîtîk û siyasiye. Em hêvî dikin ku li ser vê erdnîgeriyê cejn bibe wesîleya aştiyê. Em bi vê boneyê, cejna tevahiya gelê xwe pîroz dikin."   LI RIHA DAXWAZA EDALETÊ    HDP’ê li avajiya Rihayê bi gel re cejn pîroz kir. Parlementerên HDP’ê Ayşe Surucu, Omer Ocalan û Nîmetûllah Erdogmûş, Hevşaredarê Pirsûsê Abdullah Polat û rêveberên bajêr û navçeyan beşdarî pîrozbahiyê bûn. Hevseroka HDP’ê ya Riha Adîle Oncel di pîrozkirina cejnê de axaftinek kurt kir û wiha got: “Em hêvî dikin ku ev cejn bibe wesîleya aştî, yekitî û edaletê. Em ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn vê daxwazê dikin. Baweriya me bi yekgirtina hêza cejnan tê.”    Piştî li avahiya  partiyê cejn hat pîrozkirin, şandeyek ji parlementer û rêveberiyên bajêr pêk tê, Platforma Şaxa KESK’ê ya Riha, Baroya Riha, Komeleya Elewiyên Riha, partiyên CHP, Partiya Saadetê, Partiya Kedê û rêxistinên civaka sîvîl ên li bajêr ziyaret kirin û cejna wan pîroz kirin.   LI ÇÛKÛROVA JÎ, HÊVIYA AŞTIYÊ   Li Edenê, Mêrsîn, Antalya, Osmaniye û Hatayê jî, rêxistinên HDP’ê li avahiyên xwe bi gel re cejn pîroz kirin. Parlementera Edenê Tulay Hatîmogûllarî bi boneya cejnê, cejna welatî û endamên partiyê pîroz kir. Hatîmogûllarî di pîrozkirina cejnê de, hêvî kir ku ev cejn bibe cejna aştiyê.   LI ÎZMÎR'Ê PEYAMA DEMOKRASIYÊ    Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê jî, bi boneya pîrozkirina cejnê li avahiya partiyê bi gel re hatin gel hev. Parlementer Serpîl Kemalbay û Mûrat Çepnî, dayikên laçik spî û gelek welatî beşdarî bernameya pîrozbahiyê bûn.  Kemalbay, di bernameya pîrozkirinê de axivî û got: "Berxwedana greva birçîbûnê bi serkeftin bi encam bû. Ji ber vê em cejnê bi keyfxweşiyek mezin pêşwazî dikin. Têkoşîna demokrasî, aştî û azadiyê dê teqez bi ser bikeve." Parlementer Mûrat Çepnî jî, di axaftina kir de wiha got: "Em hêvî dikin ku ev cejn bibe wesileya serkeftina têkoşîn û berxwedanê."