Dozger biryara beraetê ya Rojnameger Taşkin îtîraz kir 2019-06-05 12:46:13   ENQERE - Dozger biryara beraetê ya nûçegihanê me Seda Taşkin îtîraz kir.   Danişîna biryarê ya doza darizandina nûçegihana me Seda Taşkin a 7 sal û 6 meh cezayê girîgehê jê re dihat xwestin di 15’ê Gulanê de li Dadgeha Edliya Herêma Erziromê hatibûn dîtin.    Şandeya dadgehê ji bo Taşkin, bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” salek, 11 meh û 10 roj cezayê girtîgehê birî û ji bo sûcê “Ligel ku ne endamê rêxistinê ye jî, alîkarî dayîna rêxistinê” beraet kir.    Ev biryara Dadgeha Edliya Herêma Erziromê, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ve hat îtîrazkirin. Hat hînbûn ku di 30’ê Gulanê de, ji bo 6’emîn Daîreya Cezayê Dadgeha Edeliya Herêma Erziromê hatiye  kirin.    Dozger di îtîraza kirî de wiha gotiye: “Biryara beraet kirinê li dijî qanûn û rêbazê ye.”    ÇI QEWIMÎ BÛ?   Danişîna doza nûçegihana Ajansa me ya Mezopotamya (MA) Seda Taşkin, li Edliyeya Herêmê ya  Erziromê hat dîtin. Heyeta dadgehê ya Herêmê ya Erziromê, li Nûçegîhana Ajansa me ya Mezopotamya Seda Taşkin bi sûcdariya "Propaganda kiriye" 1 sal û 11 meh ceza birî. Dadgehê ji sucdariya "Alîkarî daye rêxistinê" jî beraet kir. Heyetê cezayê birî jî taloq kir.  Taşkin, ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê di 20’ê Kanûna 2017’an de hatibû binçavkirin. Piştî hat berdan di 23’ê çileya 2018’an de li Enqereyê di serdegirtina malê de hat girtin. Taşkin di 17’ê çileya 2019’an de jî hat tahliyekirin. Dadgeha Îstînafê ya Herêma Erziromê ku biryara cezakirina Taşkin betal kir ji bo ji nû ve bê darizandin biryar da. Dadgeha herêmî li Taşkin 7 sal û 6 meh ceza birîbû û şandibû Dadgeha Edliyeya Herêma Erziromê. Danişîna biryarê ya Taşkin di 15 Gulanê de li Dadgeha Edeliya Herêmê ya Erziromê hatibûn dîtin. Taşkin, bi rêya SEGBİS’ê ji Enqere tev li danişînê bibû. Şandeya Dadgehê li Taşkin 1 sal û 11 meh û 10 roj ceza birî û cezayê wê taloq kir. Dadgehê ji sucdariya "Alîkarî dayina rêxistinê" jî beraet kiribû.