Girtiyê nexweş Engîn 2 sal in nayê tedawîkirin 2019-06-05 09:09:37   OSMANIYE - Li Girtîgeha Osmaniyeyê, Mehmet Farûk Engîn ku perçeyên şarapnelê di lingên wî de ne û 2 sal in nayê tedawîkirin, piştî çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bû li nexweşxaneyê bijîşk ji bo wî got "ez nikarim leşkerê dewletê meşgûl bikim" û wî muayene nekir.    Li Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa T a Osmaniyeyê, Mehmet Farûk Engîn ê di dema qedexeyên derketina derve yên li Nisêbîna Mêrdînê de bi birîndarî hat girtin nayê tedawîkirin. Her wiha li heman girtîgehê Abdulkadîr Baybars, Akar Îkbal, Adem Amaç, Yavûz Akar, Cîhan Cagfûn, Ozgur Azad Încî û Sabrî Kaya jî bi awayekî nayên tedawîkirin.   BIJÎŞK: TU TIŞTEK TE JÎ TUNE YE    Engîn, ragihand ku bi daxwaza bidawîbûna tecrîda li Îmraliyê 87 rojan di greva birçîbûnê de maye û piştî bidawîbûna greva birçîbûnê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyeyê hatiye kirin, lê belê bêyî bê muayenekirin wî şandine girtîgehekê. Engîn, bi rêya parêzerên xwe binpêkirinên mafan ên bi wan re rû bi rû mane ragihand û got: "87 rojan di greva birçîbûnê de mam. Di 31'ê Gulanê de min birin nexweşxaneyê. Berê xwîn ji devê min dihat û vedirişiyam. Bijîşk ji min re got 'tiştek te tune ye.' Dema ji bo muayeneyê çûm cem bijîşk, li cem me çawîşekî pispor, leşker û gardiyan hebûn. Destê min kelemçekirî bûn.   MIN SEWQÎ NEXWEŞXANEYÊ NAKIN   Min ji bijîşk re got 3 sal in perçeyên şarapnelê di lingê min de hene, nikarim bimeşim. Gardiyan û çawîşê pispor gotin 'ev mijar bijîşk eleqedar nake. Bijîşkê girtîgehê li vê dinere' û min ji cem bijîşk derxistin. Bijîşkê girtîgehê bi tu awayî min sewqî nexweşxaneyê nake. Bijîşk ji min re dibêje 'Ez leşker û wesayîtên dewletê ji bo te meşgûl nakim.' Di lingê min ê çepê de şerapnel heye. Lê nehatim emeliyatkirin. Lingê min werimandiye û diêşe; nikarim pêl erdê bikim. Herî dawî ji bo lingê xwe di sala 2017'an de çûm nexweşxaneyê. Ji wê rojê de min nabin nexweşxaneyê. Niha vîtamîna B1 didin min. Em şorbê vedixwin. Em mast û penêr dixwin. Lê bijîşk ji min r enegot tu yê bi çi awayî xwe xwedî bikî."    MA / Hamdullah Kesen