Polîs gefan li endamên Meclîsa Ciwana ya HDP'ê dixwin 2019-06-05 09:02:05   WAN - Hat gotin polîs li malbatên endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Wanê dikin û ji bo zarokên wan neçin HDP'ê gef li wan xwarine. Ozgur Arslan, bilêv kir ku polîsan xwestiye li nav kuçeyê wî birevînin, lê belê bi saya gel xelas bûye.    Hat diyarkirin ku polîs li malbatên endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Wanê kiriye û gef li malbatan xwarine ku zarokên wan neçin partiyê. Ciwanan, bilêv kir ku polîs bi şev û biroj wan dişopînin û gefan li wan dixwin.    Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Ûgûr Guneş, diyar kir ku polîs ji bo wan ji HDP'ê dûr bixîne çi ji destê wan tê dikin. Guneş, anî ziman ku polîs çar caran li malata wî geriyaye û polîsan ji malbata wî re gotiye: "Li partiyê xebatên îllegal dike. Bila dev ji van xebatn berde." Guneş, bilêv kir ku ji ber çalakiya rûniştinê du roj berê polîsan ji bo îfadeyê gazî wî kiriye, lê belê di dema îfadeyê de pirsn ecêb jê pirsîne. Guneş, got: "Sedema van zext û zoriyan ew e ku me ji partiyê dûr bixin. Dixwazin bi van gefan Meclîsa Ciwanan a HDP'ê pasîfîze bikin. Dixwazin bi awayekî cuda meclîsa ciwanan lanse bikin. Lê em li vira ne û em ê li vira bin, em ê tu carî dev jê bernedin."    'XWESTIN MIN BIREVÎNIN'    Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Ozgur Arslan jî, anî ziman ku çaxa ji avahiya HDP'ê ya bajêr derdikevin tên şopandin. Arslan, diyar kir ku hefteyek berê wexta diçû malê li kuçeyekê 2-3 wesayît rê li ber girtine û polîsan xwestiye bi zorê wî li wesayîtê siwar bikin, lê belê wî kiriye qîrîn û gotiye "Min direvînin", li ser vê gel bertek nîşan daye û xelas bûye. Arslan, got: "Polîsan ji min re got 'biryara girtina te heye.' Min jî di nav gel de got, eger biryara girtina min hebe, ji we nasnameya min û 'fermo em biçin.' Piştî li GBT'ê nihêrîn derket holê ku der barê min de tu biryar tune ne û gotin, bi şaşî çêbûye. Sîle avêtin ser çavê min. Polîsan ji min re got 'Em ê rojekê te bi tenê zevt bikin û tu yê bedêla vê bidî.'"    Arslan, anî ziman ku dê ev zext û zorî wan entepisînin û got: "Ji bo me bitepisînin çi ji destê wan têd ikin, lê em ê netepisin. Em ê teslîm nebin."    Endamê Meclîsê Z.O. (16) jî diyar kir ku ji ber tev li geşta endamên meclîsê bûye ji bo îfadeyê gazî wî kirine û jê re gotine çûyîna te ya geştê sûc e.    MA / Mujdat Can – Cemil Ugur