Malbat ji bo hevdîtina cejnê ber bi Îmraliyê ve ketin rê 2019-06-05 08:54:06   STENBOL - Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Emîn Konar û xwişka Veysî Aktaş Sabîha Aslan ji bo hevdîtina  cejnê ber bi Îmraliyê ve ketin rê.    Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a  Îmraliyê tê girtin Mehmet Ocalan ji bo hevdîtina Cejna Remezanê biçe Îmarliyê, bi navbeynkariya parêzerên xwe roja Înê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabû.     Birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar, Emîn Konar û xwişka Veysî Aktaş, Sabîha Aslan jî, ji bo hevdîtinê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn.   MEHMET OCALAN DI 12’Ê ÇILE DE HEVDÎN KIRIBÛ   Malbatan li ser bersiva erênî ya Serdozgeriya Komarê ya Bursayê, di saetên serê sibê de hatin Qereqola Cendirmayan a Gemlîkê. Malbat, piştî kar û barên li qereqolê, ber bi Îmraliyê ketin rê.    Herî dawî Mehmet Ocalan di 12’ê Çile de, ligel Ocalan hevdîtinek pêk anîbû.   HEVDÎTINA DEST PÊ KÊ YA LI ÎMRALIYÊ YE   Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên di 15’ê Adara 2015’an û Halîmî Yildirim ê di 15’ê Tîrmeha 2015’an de, ji bo “Sekreteryayê” biribûn Îmraliyê, ji wê demê û vir ve bi tu awayî hevdîtin bi malbatên xwe re nekirine.  Konar, Aktaş û Yildirim dê cara yekemîn bi malbatên xwe re li Îmraliyê hevdîtinê pêk bînin.   HEKEVÎN HEVDÎTANA BI PARÊZERAN RE    Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrîn, di encama çalakiyên greva birçîbûn û rojiya mirinê yên bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven pêk hatin, piştî 8 salan di 2’yê Gulanê û 22’yê Gulanê de çûn Îmraliyê û hevdîtin bi Ocalan re kirin.    Ocalan di hevdîtina destpêkê de pêşniyara 7 madeyên di asta “Deklarasyona çereseriya” ji bo pirsgirêkên welat û herêmê kirin û di hevdîtina duyemîn de jî, li ser banga Ocalan çalakiyên greva birçîbûn û rojiya mirinê di 26’ê Gulanê de bi dawî bibûn.