Bavê ciwanê êzidî: Îro kurê min qetil kirin sibê wê ciwanên din qetil bikin 2019-06-04 17:44:15   ŞENGAL -  Eskerên TSK'ê li Zaxoyê ciwanekî koçber ê Êzidî ku di nava baxê xwe yê li kêlek ava Dîcleyê dixebitî, bi guleyan kuşt. Cenazeyê ciwan Emîn Saleh li Şengalê spartin axê.  Bavê ciwanê êzîdî diyar kir ku ger bêdeng bimînin îro kurê wî qetil kirin wê sibê ciwanên din qetil bikin.    Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku eskerên TSK'ê di roja Cejna Remezanê de ciwanê êzidî Emîn Saleh yê niştecihê kampa Çem Mişko ya li navçeya Zaxo ya ser bi Dihokê kuşt. Emîn Saleh ku ji ber fermana 73’an a çeteyên DAIŞ’ê neçar mabû koçê Herêma Kurdistanê bike û niha li kampa koçberên Êzidî ya Çem Mişko dimîne îro dema li ber ava Dîcleyê di nava baxê xwe de dixebitî, eskerên TSK'ê gule li ser wî barand û kuşt. Emînê 22 salî di hedefgirtineke raste rast a eskeran de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Emîn Salih şandin Şengalê. Cenazeyê Emîn li goristana Deqê Mêra ya Şengalê hate veşartin. Bavê ciwanê hatî qetil kirin bang li Iraqê kir da ku êdî rê li ber ketina Tirkiye ya axa wan bigire. Bavê Emîn, Saleh Emer têkildarî qetil kirina kurê xwe ji Ajansa RojNews re axivî. Emer bang li hikumeta Iraqê kir daku êdî rê li ber kiryarên dewleta Tirk bigre û wiha got: “Ev 5 sale em penaberbûne. Ji bo debara xwe me li nêzî wargeha Çem Mişko dest bi çandiniyê kiribû. Îro dema kurê min ji bo kar çû nava baxçe, leşkerên Tirk raste rast gule berdan kurê min û qetil kirin. Kurê min bi guleya qernasê hate qetil kirin. Îro kurê min hat qetil kirin, ger rê neyê girtin wê gelek ciwanên din jî werin qetil kirin. Ez bang li Hikumeta Iraq û Neteweyên Yekbuyî dikim daku sînorek hemberî vane dayne.”     Eskerên TSK'ê par jî zarokê Êzidî Mahîr Elî li Zaxoyê dema li nava baxçe kar dikir kuştibû. Mahîrê 12 salî jî di rojeke girîng  ya weke salvegera fermana 73’an de hatibû kuştin. Emîn Saleh jî di cejna misilmanan de kuştin.