Li Xakûrkê agir berdan arazî û ziyaretgehan, gelê herêmê bertek nîşanî eskeran dan 2019-06-04 16:50:46   DUHOK - Gelê herêmê yê bertek nîşanî operasyona der sînor a li dijî Xakûrkê dan, pevçûn dinavabera  wan û eskeran de derket. Hat diyar kirin ku eskeran Goristana dîrokî û araziyên aîdê sîvîlan dane ber agir. 4 kesên li ser vê yekê bertek nîşanî eskeran dan hatin binçav kirin.    Operasyona der sînor a Artêşa Tirk a sala çûyî li dijî herêma Bradostan a Herêma Kurdistana Federe dabû dest pê kirin, di 27’ê  Gulanê de bi hevkariya Partiya Demokratîk a Kurdistanê (KDP) li herêma Xakûrkê berfireh dibe. Operasyona bi tevlîbûna peşmergeriyên KDP û yekîneyên Hêsên Çekdarên Tirk (TSK) berdewam dike, rastî bersivên tund ên hêzên HPG û YJA-Starê tên û hat diyar kirin ku dem bi dem pevçûn rû didin.    SEWQIYAT DEWAM DIKE    Li ser navçeya Şemzînan a Colemêrgê re gelek leşker, sewqî sînorê Xakûrkê hatin kirin û sewqiyat dewam dike. Hat diyar kirin ku hêzên TSK’ê bi taybetî dixwazin bikevin qadên Hêşîmê, Kevirvêtê û Kanîreşê, lê ji ber zorî û zehmetiyên rastî tên nikarin bikevin van qadan. Hat dest nîşan kirin ku gelê li herêmê dijîn jî, bertekên mezin hem nîşanî TSK’ê û hem jî Pêşmergeyên KDP’ê didin.    ESKERAN: PÊŞMERGE JÎ BI ME RE NE    Hat ragihadin ku bi taybetî welatiyên gundê Kevirvêtê yê Xakûrkê bertek nîşanî leşkerên ku bi helîkopteran daxistin xarê, dane. Hat diyar kirin ku welatiyên li ser gefên eskeran ên herêmê terk bikin, ev bertek nîşan dane: “Ev dagirkeriye. Hûnê nekarin me ji vê derê derxînin. Hûn bi kujin jî em dernakevin.” Welatiyekê ku ji herêmê xwe gihand ajansa me, anî ziman ku li ser bertekên welatiyan leşkeran gotin ku, “Pêşmerge jî bi me re ne.” Welatiyê nexwest navê xwe bide, da zanîn ku ji ber bertekan nîqaşên tund derketine û leşkeran araziyên baxçeyên gel jî di nav de yên herêma Kevîrvêtê dane ber agir.    GORISTAN JÎ DAN BER AGIR    Hat ragihandin ku leşkeran agir berdana Ziyaretgeha gora alîmekê Îslamê ya li nêzî herêmên Hêşîmê, Kanîreş û Kevirvêtê. Hat diyar kirin ku jinek pîr jî dinav de 4 kesên bertek nîşanî vê nêzîkatiya eskaran dane ji aliyê eskeran ve hatine binçvkirin. Hat îdîakirin ku eskeran 4 kes teslîmî pêşmergeyên hatine herêmê kirin û dure serbest hatine berdan.    MA QET JI BIRAKUJIYÊ DERS DERNEXISTIN?   Sîmayîlê Sîmo yê li herêma Bradostan Mamosteyê Dîrokê ye, diyar kir ku pêşmerge û eskerên TSK’ê bi hev re tevdigerin û bertek nîşanî şewitandina araziyên gel û bêdengiya Parlamentoya Herêma Kurdistana Federe da. Sîmo, da zanîn ku nêzî 5 hezar hêzên pêşmerge sewqî herêmê hatine kirin û wiha axivî: “Dibe ev hêjmar hîn zêdetir be. Bi eskerên Tirk re tevdigerin. Bi kesên di dema referandûmê de gotin ‘emê dewleta Kurdistanê bi w enedin avakirin’ re niha tevdigerin. Xwîna xwişk û birayên xwe dirijînin. Ev rezîlbûne. Ev şermek mezine. Êdî mirov çi dikare bêje ku. Ma qet ji birakujniyê ders dernexistin? Bila ji xwe şerm û fedî bikin. Xelî li werê wan be.”