Eskerên TSK'ê ciwanekî êzidî kuşt 2019-06-04 14:35:50   ZAXO - Eskerên TSK'ê li Zaxoyê ciwanekî koçber ê Êzidî ku di nava baxê xwe yê li kêlek ava Dîcleyê dixebitî, bi guleyan kuşt.    Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku eskerên TSK'ê di roja Cejna Remezanê de ciwanê êzidî Emîn Saleh yê niştecihê kampa Çem Mişko ya li navçeya Zaxo ya ser bi Dihokê kuşt. Emîn Saleh ku ji ber fermana 73’an a çeteyên DAIŞ’ê neçar mabû koçê Herêma Kurdistanê bike û niha li kampa koçberên Êzidî ya Çem Mişko dimîne îro dema li ber ava Dîcleyê di nava baxê xwe de dixebitî, eskerên TSK'ê gule li ser wî barand û kuşt. Emînê 22 salî di hedefgirtineke raste rast a eskeran de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Emîn Salih şandin Şengalê. Cenazeyê Emîn wê li Mizargeha Deqê Mêra li Şengalê bispêrin axê.  Eskerên TSK'ê par jî zarokê Êzidî Mahîr Elî li Zaxoyê dema li nava baxçe kar dikir kuştibû. Mahîrê 12 salî jî di rojeke girîng  ya weke salvegera fermana 73’an de hatibû kuştin. Emîn Saleh jî di cejna misilmanan de kuştin.