30 dolim genim şewitî 2019-06-04 13:14:37   ÊLIH - Li Gundê Mêrîna yê Êlihê, agir bi zeviya genim ket. Di şewatê de 30 dolim genimê çandî tev şewitî.    Li Gundê Mêrdîna yê 15 kilometre dûrî Êlihê agir bi zeviya genim ket. Di şewatê de 30 dolim genimê çandî tev şewitî û bû xwelî. Welatiyên hatibun cejnê pîroz bikin, piştî dîtin ku zeviya genim dişewite, bi hawarê çûn. Her welatiyekî bi derfetên xwe û traktorên xwe berê xwe dan qada şewatê. Welatiyan goberî û gîsin li pey traktorên xwe girê dan û berê xwe dan zeviyê û di demek kin de agirê bi zeviya genim ketibû vemirandin. Dema welatiyan agir vemirand, welatî Rohat Ergul ji ber dûxana şewatê ji ser hişê xwe çû û ew bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê. Di encama agirê bi zeviyê ket de 25-30 dolim genim tev bû xwelî. Piştî welatiyan bi derfetên xwe şewat vemirand, cendirme hatin cihê bûyerê.