Li Xakurkê çi dibe? 2019-06-04 10:27:03 DUHOK - Tirkiye di 27'ê Gulanê de li dijî herêma Xakurkê ya li Herêma Federe ya Kurdistanê operasyona dersînor li dar xistibû. Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku di operasyonê de gelek esker hatin kuştin. Gelê herêmê bi hinceta operasyona li dijî axa wan û helwesta PDK'ê ya bi MÎT'ê re tev digere bertek nîşanî PDK'ê didin.    Tirkiye li dijî qada Xakurkê ya Herêma Federe ya Kurdistanê di 27'ê Gulanê de bi tevlêbûna gelek balafirên şer û helîkopteran operasyona eskerî li dar xistibû. Tirkiye di çarçoveya operasyonê de li dijî Çiyayê Şekif û Girê Lêlîkan, Girê Şehit Derviş bi helîkopter û balafirên şer bombe kirin. Tirkiye li herêma Çiyayê Lelikan, Ziraran, Kiwert, Şakiv, Gura Seva, Awdel Guvî bê navber esker bi cih kir. Hat diyar kirin ku yekîneyên HPG’ê jî rê li pêş operasyonê girtin û destûr nedan ku esker bi cih bibin. Gundiyên li gundê herêma Buzene, Xelifan, Siran bertek nîşanî operasyona TSK'ê û helwesta PDK'ê dan û destnîşan kirin ku ew bi gefên eskeran re rû bi ne û ji wan dixwazin ku gundên xwe vala bikin.    GUNDÊ XELÎFAN GULEARAN KIRIN   Eskerên TSK'ê ewil bi balafirên şer û helîkopteran dora gundên Buzene û Xelifan bombebaran û gulebaran kirin. Piştre bi helikopteran esker bi cih kirin. Dema TSK'ê bi helikopteran esker daxistin şer derket û gelek esker birîndar bûn û jiyana xwe ji dest dan. Li gundê Xelifan ji ber guleberana eskeran sewalên gundiyan mirar bûn. 4 kesên çûbûn giha kom dikirin birindar bûn. Welatiyan têkildarî bûyere bombeyên nehatine teqandin, kovanên guleyan nîşan dan û agahî dan.    PÊŞMERGE JI DUYEMÎN BÛYERA ŞILEDIZE DITIRSIN   Hat diyar kirin ku dema Neçirvan Barzani bû serokê herêma Federe ya Kurdistanê gelek hêzen PDK'ê sewqî herêma Bradost kirin. Herêm kirin qada eskerî. Îstîxbarata PDK'ê û Îstîxbarata Tirk (Endamên MÎT'ê " bi hevre li gund geriyan. Hewl danr ku gundiyên bertek nîşanî operasyonê dide îkna bikin. Hat fêrbûn ku pêşmerge hewl didin ku duyemin bûyera Şeledizê rawestînin û destur nedin ku gelê herêmê serî hilde. Welatiyên Şeledize li dijî yekîneyên eskerî serî hildabûn û bertekên xwe anîbûn ziman. MİT û PDK'ê bi hinceta bûne sedema serhildanê gelek welatî girtibûn. Lê dîsa bertekên gelê  herêmê li dijî eskeran zêde ye. Piştî operasyona li dijî herêma Xakurkê  jî welatiyên herêmê bertekên xwe anîn ziman.    GELO MÎROGLU Û ENSARÎOGLU YÊN AKP'Î LI DUHOK’Ê NE ?    Ji ber bertekên gelê li herêmê parlamenterên AKP'ê li Hewlêr, Duhok û Amediye di nava xebatê de ne. Hat diyar kirin ku piştî operasyonê û bertekên gel rayedarên PDK'ê û AKP’ê çûn herêmê. Parlamenterên AKP'ê Orhan Mîroglu û Garip Ensarîoglu yên ji bo Neçirvan Barzanî pîroz bikin hatin Hewlêrê hat diyar kirin ku hatine Duhokê û li herêmê ziyaredan dikin.    TENÊ AA, A HABER Û RUDAW DIŞOPİNE   Piştî hêzên pêşmerge sewqî herêmê kirin gelek endamên çapemeniyê jî xwestin sewqê bişopînin. Bi taybetî li herêmên eskerî û peşmergelerin tenê destûr didin ku AA, A Haber û Rûdaw geşedanan bişopînin.    EM DESTÛR NADIN BIRAKUJIYÊ    Gelê herêmê bertek nîşanî operasyona eskerî û helwesta PDK'ê dan û diyar kirin ku ew destûr nadin ku birakujî pêş bikeve. Welatiyan anîn ziman ku Tirkiye û PDK dixwazin rê li pêş “Birakujî” yek din vekin û ewê destûr nedin vê yekê.    Hat zanîn ku rayedakekî eskerî yê Barageha Bamerni ya TSK’ê ji bo bertekên gel ên herêmê kêm bikin diyar kiriye ku ev kara bi lez hatiye kirin û di van şertan de operasyona bejayî pir zor e. Rayedar da zanin ku eskerên haitne vir nikarin mayinde bimînin. Rayedarê eskerî da zanîn ku pitî DYA destûr da ku li dijî Îrane operasyonekê pêk bîne Tirkiye jî bi lez kiriye û dest bi operasyonê kiriye."   MA / Erdogan Altan