Ji ber deynan întîxar kir 2019-06-04 10:19:54   EDENE - Li Edenê, Egemen Ş. ê 35 salî ji ber deynan întîxar kir.    Egemen Ş. ê 35 salî yê li Cadeya 5 Ocaka a Taxa Reşatbey a navçeya Seyhan a Edenê rûdinişt, ji ber deynan, xwe ji mala xwe ya 8 katî avêt xarê û întîxar kir. Egemen Ş. li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Malbata Egemen Ş. krîz derbas kir û ji bo kurê xwe feryada “Ma mirov ji bo evqas deyn xwe dikuje?” kir.      Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin. Cenazeyê Egemen Ş. ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Edenê.