‘Ji ber doz dirêj didomin û polîtîkaya bêcezatiyê, rê li ber cinayetên nû tê vekirin' 2019-06-04 09:10:24   ÎZMÎR - Parêzer Sîbel Onder, bal kişand ser zêdebûna bûyerên şidet û cinayeta li hemberî jinan û destnîşan kir ku nexasim ji ber dozên jihevberdanê tên dirêjkirin û ji ber pergala bêcezatiyê kiryar tên xelatkirin.    Parêzer Sîbel Onder, diyar kir ku ji ber di warê şidet û cinayetên jinan de qanûn pêk nayên û ji ber Qanûna Jimare 6284'an pêk nehat rê li be rkomkujiyên nû hatiye vekirin. Onder, bilêv kir ku polîtîkayên hikûmetê yên der barê jinan de pir qels in û detkeftiyên jinan ji dest wan tê girtin.    ZÊDEBÛNA CINAYETÊN JINA    Onder, bi bîr xist ku tu polîtîkayeke hikûmeta heyî ya der barê jinan de tune ye û got: "Gelek projeyên der barê jinan de tenê di gotinê de dimînin. Di rewşa heyî de ne mimkun e ku mirov behsa mafên jinan û wekheviyê bike. Bi kevçiyan didin jina lê bi çoçikê jî dstînin. Divê di warê cinayetên jinan de tevdîrine cidî bên girtin. Divê mueyîdeyên cezayî bên zêdekirin. Her wiha divê li eywanên dadgeh jî ziman û nêzrîna der barê jinan de biguhere. Nexasim jî divê erka texdîrkirinê ya dadgeran bê sînordarkirin. Divê di pergalê de hem navê jinê hem cihê jinê bê diyarkirin."    POLÎTÎKAYA BÊCEZATIYÊ    Onder, destnîşan kir ku di qanûnê de pir kêmasî hene û madeyên heyî pêk nayên. Onder, got: "Ev rewş kiryaran wêrek dikin. Sedemeke din a zêdebûna cinayetên jina jî zimanê heyî ye. Hema bêje her roj cinayetên jina pêk tê û di rûpela sisêyan a rojnameyan de bi awayekî rûtîn cih digire. Di warê cezakirina conayetan de em nikarin hêza çapemeniyê piştguh bikin lê belê a muhîm ev ji aliyê kê tên çêkirin û çawa tên dayîn. Zimanekî ji rêzê tê bikaranîn. Her wiha piştî çend rojan şûnde biryara girtinê ya der barê kiryar de tê rakirin û tê berdan. Yanî têkiliya di navbera sûc û ceza de baş nayê dayîn. Ji ber vê kiryar dibê jixwe çawa be piştî du sê rojên girtîgehê ez ê bêm berdan."    ‘DIRÊJKIRINA DEMA DOZÊN JIHEVBERDANÊ DIBE SEDEMA ZÊDEBÛNA CINAYETAN'    Onder, destnîşan kir ku herî zêde cinayetên jina di dema jhevberdanê de pêk tên û got: "Kesên sûcdar piştî ji girtîgehê derdiekvin heman tiştî dikin. Heta di gelek bûyeran de sûcar ji girtîgehê destûr digire û dertê û paşê cinayetê dike. Çend roj berê li Amedê hevpîşeya me Muzeyyen Boylû bi vî awayî hat kuştin. Her diçe şideta li hemberî jinê zêde dibe û ev yek dibe sedema zêdebûna cinayetên jinan." Onder, destnîşan kir ku ji ber dema jihevberdanê tê dirêjkirin cinayetên jina zêdetir dibin.    Onder, anî ziman ku qanûnên cezakirinê tenê li ser kaxezan dimînin, lê belê di pratîkê de pêk nayên û bal kişand ser polîtîkaya bêcezatiyê ku ev jî dibe sedema zêdebûna cinayetên jinan.     MA / Esra Solin Dal