Încîn: Li Herêma Egeyê gelek girtî sewqî nexweşxaneyê nehatine kirin 2019-06-04 09:06:37 ÎZMÎR - Serokê Şaxa ÎHD'a Îzmîrê Zafer Încîn, diyar kir ku li girtîgehên Herêma Egeyê, piştî grevên birçîbûnê bi dawî bûne girtî bi awayekî rêk û pêk sewqî nexweşxaneyan nehatine kirin.  Di 26'ê Gulanê de piştî bangawaziya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê bi dawî bûn. Serokê Şaxa Komleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê Zafer Încîn, bal kişand ser binpêkirina mafan ku girtiyên di greva birçîbûnê de bûne bi wan re rû bi rû dimînin û çavdêriyên xweyên der barê girtîgehên li Herêma Egeyê ve vegotin.    TECRÎD DIDOME    Încîn, bilêv kir ku li Îmzîrê piştî bidawîbûna grevên birçîbûnê demildest ew li hev kom bûne û piştî civînê ew çûne girtîgehên li Herêma Egeyê. Încîn, diyar kir ku wexta ew çûne girtîgehan wan dîtiye ku biryara bidawîbûna grevên birçîbûnê negihaye hin girtîgehan û got, ev yek ji ber polîtîkayên tecrîd û sansurê yên li girtîgehan e. Încîn, destnîşan kir ku hîn jî li girtîgehan tecrîd didome û got: "Piştî bidawîbûna grevê diviya girtîgeha sewqî nexweşxaneyan bihatana kirin û bihatana tedawîkirin. Koordînasyona me hem bi çalakgeran re hem jî bi îdareyên girtîhgehan re hin hevdîtin pêk anîn."    Încîn, diyar kir ku piştî bidawîbûna grevên birçîbûnê ne îdareya girtîgehê û ne jî Wezareta Dadê karê xw ebaş nekirine û ji ber vê di warê tenduristiyê de hin mudaxile nehatine kirin. Încîn, got: "Dema em li girtîgehan geriyan di warê tenduristiya çalakgeran de me îdaeyên girtîgehan û bijîşk hişyar kirin. Lê dîsa jî li gelek girtîgehan ev nehatiye kirin, tenê karmendên tenduristiyê û bijîşkên revîrê nimûneya xwînê ji girtiyan girtiye û serûm li wanx istine. Yanî bi awayekî rêk û pêk nehatine kontrolkirin."    Încîn, bal kişand ser rewşa girtîgehên li Herêma Egeyê û got: "Di nav girtîgehên em çûn wan, tenê Girtîgeha Kiriklarê bi hesas tev geriyaye. Roja ewil girtî sewqî nexweşxaneyan hatine kirin û hîn jî tedawiya hin girtiyan didome. Hin jê jî piştî tedawiyê şandine girtîgehê. Lê belê hîn li gelek girtîgehên Egeyê serûm jî li girtiyan nexistine. Tenê tehlîla xwînê hatiye kirin, lê ew jî bi dawî nebûne. Yanî bia wayekî rêk û pêk sewqî nexweşxaneyê nehatine kirin."    BANG LI BIJÎŞKAN KIR    Încîn, girtîgeh wekî hincet diyar kiriye ku ji ber hejmar zêde bûye nikaribûne sewqî nexweşxaneyê bikin û got: "Ne mimkun e mirov bi nêzîkatiyên ewlehîparêz û nêzîkatiyên cuda vê yekê îzah bike. Bi taloqkirina vê jiyana girtiyan ber bi xetereyê ve diçe. Ji bo li gor Danezana Maltayê tev bigerin em careke din bang li Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristiyê dikin. Ji hin girtîgehan dtê ragihandin piştî greva birçîbûnê hîn jî xwîn ji devê hin girtiyan tê."    TENÊ 2 GIRTÎ ŞANDIN NEXWEŞXANEYÊ    Încîn, got: "Li Girtîgeha Jina ya Şakranê, li Girtîgeha Tîpa T a Şakranê û li Girtîgeha Jimare 3'yan a Şakranê pirsgirêk rû dan. Me bi çavê wxe dît di roja ewil de li Girtîgeha Jina ya Şakranê pirsgirêk rû dan û me ev yek bi raya giştî re parve kriibû. Me gotibû, bi awayekî rêk û pêk nayên tedawîkirin û xwarinên ku wê jiyana wan ber bi xetereyê ve bibe didin. Hejmara girtiyên Girtîgeha Şakranê zêde ye lê belê heta niha tenê 2 girtî sewqî nexweşxaneyê hatine kirin. Rahşan Aydin û Îlhamî Çinar ku 160-170 rojî di grevê de man û rewşa wan nebaş e wan nebirin nexweşxaneyê. Me hevdîtin bi îdareyê re çêkir, lê belê gotin tiştekî lezgîn tune ye eger çêbibe ew ê wan bişînin nexweşxaneyê."    MA / Nimet Olmez