Dayikên Laçik Spî: Divê ceza li kesên em bi erdê ve kişandin bihata birîn 2019-06-04 09:05:13   WAN - Dayikên Laçik Spî, ji bo "zarokên wan nemirin" çalakî li dar xistin. Lê belê ji ber van çalakiyan cezayê pereyî li wan hat birîn. Her wiha polîsan li hin dayikên ku tev li hin çalakiyan nebûne jî ceza birî. Dayikan, diyar kir ku ew ê vî cezayî nedin û gotin: "Divê ne li me, li kesên em bi erdê ve kişandin ceza bê birîn."    Li Wanê, Dayikên Laçik Spî ji bo balê bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê, di dîrokên cuda de tev li hin çalakiyan bibûn. Lê belê ji ber van çalakiyan li Hevserokên HDP'a Wanê Umît Dede û Yadîşen Karabûlak û gelek parêzeran bi hinceta "Qanûna Qebehatan" 320 lîre ceza hat birîn. Her wiha Midûriyeta Emniyetê ya Wanê li hin dayikan jî herkê 3 caran cezayê pereyî birî. Lê belê dayikan got ew ê vî cezayî nedin.    JI BER ÇALAKIYA KU TEV LÊ NEBÛYE JÎ CEZA LÊ HAT BIRÎN!    Dayik Zekiye Kaya ku 3 caran cezayê pereyî lê hatiye birîn, her çend tev li çalakiya 21'Ê Nîsanê ya li Kuçeya Hunerê nebûye jî 320 lîre ceza lê hatiye birîn. Kaya, bilêv kir ku di pêvajoya çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ji bo li girtîgehan kes nemire li parka li Kolana Mîllî Egemenlîkê rûniştine û got: "Ji bo kes nemire û ji bo edaletê em li wir bûn. Lê em tim bi qedexeyên walîtiyê re rû bi rû man. Me heqaret li tu kesî nekiriye. Berovajî vê polîs û cendirmeyan em tim tehm dane û em binçav kirine. Çi qas ceza dibirin bila bibirin, em dayik em ê tim doza aştî, edalet û azadiyê bikin. Me tu sûc nekiriye. Ji ber me s»c nekiriye jî em ê vî cezayî nedin. Ji ber van cezayan em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Heta azadî, edalet û aştî heyê vî welatî em ê bitêkoşin."    'DIVÊ CEZA LI KESÊN EM BI ERDÊ VE KIŞANDIN BIHATANA BIRÎN'    Dayik Kewê Işik jî anî ziman ku 320 lîre ceza lê hatiye birîn. Işik, bilêv kir ku di 30'yê Nîsanê de wexta wan li ber Girtîgeha Wanê daxuyanî daye cendirmeyan mudaxileyî wan kiriye û ew binçavkirine. Işik, got: "Me tim dişopandin. Wexta me dixwest em ji bo zarokên xwe alvêrê bikin û derdiketin derve em dişopandin. Edalet bi vî awayî nabe. Me tu sûc nekiriye. Me li qadan ji bo aştî û edaletê bang dikir. Me tim doza aştiyê kiriye. Divê ceza li kesên em binçavkirin û derb kirin bê birîn. Kitanên me yên spîr sembola aştiyê ne. Dilê me jî biq asî kitanên me spî ne. Emd ixwazin her kes li vî welatî bi awayekî aştiyane û birane bijî."    ‘EV ÇI EDALET E?'    Dayika Aştiyê Hemê Akdogan a 80 salî ku di 30'yê Nîsanê de li ber Girtîgeha Wanê hat binçavkirin û paşê hat berdan jî, got: "Ez dayikeke 80 salî me. Aştiyê dixwazim. Ji bo zarokên me yên di greva birçîbûnê de nemirin ji bo edalet û aştiyê çûm ber girtîgehê. Cezayê îmzeyê û 320 lîre ceza li min birîn. Ev çi edalet e? Ez ê vî cezayî nedim. Û ez ê tim doza aştiyê bikim."    Li dayik Hanîfe Kaçak jî du caran 320 lîre ceza hatiye birîn. Kaçak, got: "Ji bo zarokên me nemirin me ev çalakî li dar xistin. Ev ji bo dayikekê tişteke herî xwezayî ye. Divê ceza li kesên li ber girtîgehan em tahm dan û û em binçavkirin bê birîn. Em vê neheqiyê qebûl nakin."    'ME AŞTÎ XWEST CEZA BIRÎN'    Ayten Salgoz jî got: "Em aştiyê dixwazin lê ceza li me tê birîn. Ev biryar biryara AKP'ê ye. Lê belê hîn çend roj berê pakêta reforma ji bo edaletê hat aşkerekirin. Ka edalet? Ma edalet cezakirina dayikên aştiyê ye? Ev hemû lîstikên ji bo hilbijartina Stenbolê ne. Bang li hemû kurdên xwedî wijdan û demokrat dikim. Kî ehlê aştî, demokrasî û edaletê be raya xwe bidin wî. Ji bo aştî bê vî welatî çi ji destê me bê em ê bikin."    MA / Cemil Ugur