Hevşaredar Mizrakli: Her cihek pergala zindî û xwezayek wê heye 2019-06-03 16:31:47   AMED – Hevşaredarê Bajarê Mezin Selçuk Mizrakli, têkildarî dermankirina mêş û kêzikan daxuyanî da û got: “Em nikarin wekî ku otobusa şaredariyê di nava kolanan re derbas dibe maşîna îlacê di kolanan re derbas bikin. Ger ku em wisa bikin hemû mirov wê jahrînî bibe. Her cihek pergalek zindî û xwezayek wê heye."      Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli, li dijî rexne û bertekên çima li dijî mêş û kêzikan îlaç nake daxuyanî da û wiha got: "Me îhaleya dermankirinê ya qemûm ku bi 20 milyon lira amade kiribû betal kir. Dermankirina li Amedê tê kirin li welatê Ewropayê nayê kirin. Ji ber ku her cihek xweseriyek wê heye. Her cihek xweza û pergala wê ya zindîbûnê cuda ye. Em dizanin em çawa derman bikin wê bandorek çawa li pey xwe bihêle. Wê zerarek çawa bide xweza û ekolojiyê em dizanin. Emê bi rêbazên biyolojîk, fîzîkî û kimyewî tedbîran bistînin. Berî her tiştî çavkaniyên ku kêzik, mêş û heşare lê zêde dibin divê em wan ji holê rakin. Li Amedê 20 salin bi heman rêbazê îlac tê kirin. Em difikirin ku bi rêbaza rast û lêçuna kêm em çawa têbikoşin. Em piştî hilbijartinê bi îhaleya 20 milyon lira re rû bi rû man. Zêdeyî sed maşîneyên îlacê krê dikin. Bi milyonan tl pere tê xerçkirin. Me negotiye em îlac nakin. Lê emê bi kijan rêbaze û lêçûna herî kêm çawa karibin vê têkşînkê bimeşînin. Em girîngiyê didi vê yekê. "    ŞAREDARÎ NE DERIYÊ QEZENCA ŞÎRKETAN E    Mizrakli herî dawî anî ziman ku qala 15 hezar û 300 kilometre rêya îlackirinê dikin. Ev jî nîşan dide ku wekî ku otobusên şaredariyê derbas dibin wê maşîneyên îlacê derbas bibin. Ger ku em wisa bikin emê mirovên bajar tevî jahrînî bikin.  Hin kes şaredariyê wekî deriyê qezencê dibînin. Lê em diyar dikin ku şaredarî ne deriyê qezencê ye."