ÎOP ji Ocalan, Erdogan, Kiliçdaroglû û Demîrtaş name şandin 2019-06-03 14:01:40 WAN - Partiya Mirov a Azadiyê, ji bo pêşketina şatiyê ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan û gelek siyasetmedaran re  name şandin. Piştî şandina nameyan, polîsan destûr nedan ku daxuyanî bê dayîn.    Partiya Mirov û Azadiyê (ÎOP), ji bo pêşketina şatiyê, ji serokê partiyên siyasî, rêveberiyên bîr û bawiyan û gelek kesan re ji Postexaneya Wanê name şandin. Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiyê Mehmet Kamaç û endamên partiyê li ber postexayê kom bûn û name şandin. Komîserê polîsan ê bi Kamaç re nîqaş kir destûr neda ku daxuyanî bibin. Endamên partiyê yên name  şandin, dûre derbasî avahiya partiyê bûn û civîna çapemeniyê li dar xist.    NAME JI OCALAN, ERDOGAN Û KILIÇDAROGLU RE ŞANDIN   Serokê Giştî yê Partiyê Kamaç di civînê de axivî û wiha got: “Îro me xwest ji bo partî û gelek kesan bi boneya Cejna Remezanê peyamên aştiyê bişînin. Me xwest bang aştiyê em li hemû beşan bikin. Ji bo vê me name ji Recep Tayyîp Erdogan, Abdullah Ocalan, Selahattîn Demîrtaş û Kemal Kiliçdaroglû re şand.”