ATK’ê ji bo girtiyê nexweş ê mehek temenê wî mayî, mehek şûnde randevû birî 2019-06-03 13:40:35 MÊRDÎN - Nîzamettîn Yilmaz ê li Girtîgeha Mêrdînê 86 rojan di greva birçîbûnê de ma, pişika wî îflas kir. Yilmaz ê bijîşkan jê re got “Mehek, an jî salek temenê te ma ye”, ji bo bê berdan serî li ATK’ê da, lê ATK’ê ji bo rapor bide Yilmaz mehek şûnde rendevû jê re birî.  Nîzamettîn Yilmaz ê li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê tê girtin, di dijî tecrîda li ser Rêberê  PKK’ê Abdullah Ocalan di 1’ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kir û piştî banga Ocalan dawî li çalakiya xwe anî. Yilmaz piştî çalakiya xwe bi dawî kir, ji ber nexweşiya pişikê ya kronîk ji Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê sewqî nexweşxaneyekê Amedê hatibû kirin. Yilmaz piştî kontrolê di 30’ê Adarê de dîsan sewqî girtîgehê hat kirin.    ATK’Ê MEHEK ŞÛN DE RENDEVÛ DAYÊ   Hat diyar kirin ku ji bo Yilmaz ê piştî kontrola tenduristiyê tespîta ku pişika wî îflas kiriye hat danîn. Yilmaz ê li girtîgeha lê dimîne, dem bi dem nefestendiyê dijî û talokeya dê bixeniqe derbas dike. Yilmaz ji parêzerên çûn hevdîtina wî re got bijîşkan jê re gotin mehek an jî salek temenê wî ma ye.    Yilmaz ê bi pirsgirêkên tundirûstiyê yên cîdî re rû bi rû ye, ji bo ku bê berdan ji Saziya Tipa Edlî (ATK) rapora ku “nikare di girtîgehê de” mine xwest. Lê ATK’ê, ji bo Yilmeza mehek şûn de rendevû da.    Yilmaz ê bavê 4 zarokan ku bi birayê xwe Şerafettîn Yilmaz re di heman girtîgehê de dimîne, ji 28’ê Adara 2018’an ve girtiye. Hevjîna Yilmaz a bi heman îdîayê hat darizandin û cezayê girtîgehê lê hat birîn, neçar ma ku bi zarokên xwe re welat derk bike.