Evran: Zirarên operasyona derveyî sînor dê mezin bin 2019-06-03 11:14:48 ENQERE - Rojnameger Seyît Evran, operasyona Artêşa Tirk a derveyî sînor a li dijî Herêma Kurdistana Ferdere nirxand û got: “Armanca bingehîn a Tirkiyeyê ‘Dagirkirin’, lê zirarên vê operasyonê dê pir mezin bin.”  Operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê ya sala çûyî de li nêzî Bradost a Herêma Kurdistana Federe dest pê kir, di 27’ê Gulanê de heya herêma Xakûrkê berfireh bû. Di çarçoveyê operasyonê de, li Girê Şehîd Derwîş ê dikeve bin girê Lêlîkan û Çiyayê Şekîf êrîşên hewayî pêk hatin û piştî êrîşên hewayî Artêşa Tirk bi helîkopteran gelek esker daxistin herêmê û bi vê armanc dike ku operasyonê berfirehtir bike.    Tirkiyeya ku dibin navê “Operasyona Qendîlê” de hêzên xwe li herêmê tije dike, operasyonên li ser dixe û baregehan ava dike, gelo bi operasyona dibêjin “Pençe” çi dixwaze bike?    Rojnamegerê serpêhatî yê herêmê Seyît  Evrean operasyona Artêşa Tirk û helwesta KDP’ê, nirxand û diyar kir ku bi operasyonên mijara gotinê, armanca dikin ku xaka Herêma Kurdistana Federe dagir bikin.    'ARMANC DAGIRKIRINE’   Evran, da zanîn ku Tirkiyeyê yekemîn operasyona derveyî sînor di 23’ê Gulan 1983’an de li dar xist û wiha axivî: “Tirkiyeyê di pêvajoyên dû wê de, di salên 90’î de armanca kir ku hedî hêdî bikeve Herêma Kurdistana Federe. Armanca dagirkirina xaka Başûre. Tirkiyeyê bingeha operasyonên di rojên derbas bûyî de dest pê kir, ji berê de avakiribû. Di vê wateyê de, îsal dest bi operasyonek nû kir, bi vê operasyonê hin herêm dagir kir û dixwaze baregehên xwe berfireh bike.”    'DYA LI DIJÎ ÎRANÊ XELAT DIKE’   Evran, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Tirkiye ji bo ku ser krîzên aborî, siyasî û civakî bigire û ji bo di hilbijartina Stenbolê de dengan ber hev bike, pêdivî bi operasyonek wiha dît. Lê ji derveyî van hemûyan, armanca Tirkiyeyê dagirkirine. Operasyona mijara gotinê ye, bi destûre DYA hatiye destpêkirin. DYA li dijî Îranê, ji bo ku Tirkiyeyê xelat bike, destûra operasyonek wiha daye.”    'BEŞEKE KDP'Ê DINAVA OPERASYONÊ DE CIH DIGIRIN’   Evran, da zanîn ku beşeke dinava KDP’ê de li dijî operasyonê ne û wiha bilêv kir: “Lê bi taybetî Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî û kesên derdora wî piştgiriyê didin operasyonê. Beşek KDP’iyên piştgiriyê didin operasyonê, ji bo PKK ji herêmê bê derxistin karta Tirkiyeyê bi kar tîne. Fermandarên KDP û PKK’ê, di sala çûyî de, li ser ‘Girê Şehît Dervîş’ baregehên xwe ava kirin. KDP’ê şert danî ku ‘Ger ez vê herêmê nekim bin kontrola xwe, dê Tirkiye were û bikeve vê derê.’ A rastîn, di vê şertê de jî derdikeve holê ku girêdanbûna dinavbea Tirkiye û KDP’ê de çiqas bi hêze. Niha jî bi heman siyasetê, ji bo hin cihan şert daniye. Di virde jî derdikeve holê ku, ji bo dagirkeriyê çiqas li hev kirine.”    'TIRKEYE NIKARE BI SER BIKEVE’   Evran, derbarê êrîşên Tirkiyeyê dest pê kirin de, ev agahî dan: “Li cihê ku Tirkiyeyê esker daxistin, heya niha tu pêşketin bi dest nexistiye û bi van operasyonên wiha jî dê nekare serkeftinê bi dest bixwe. Gelo Tirkiye dê bi ser bikeve? Li gorî min tu caran dê nekare serkeftinê bi dest bixe. Dibe ku were li ser wan giran bi cih bibe û dibe heya cihekê serweriya xwe ava bike. Lê li gorî konjonktûre dê pirsgirêk derkeve. Îraq her tim wihan leqaz namîne. Li Iraqê, niha jî, beşên bertek nîşanî dagirkirinê didin hene. Mînak, beşê Şîa yê Iraqê li dijî vê pir bi berteke. Disan di beşên cuda bertekên mezin hene. Ji ber ku êrîşa mijara gotineyê, li dijî xakek din dagirkiriye. Ji ber vê yekê tişta ku Tirkiye dixwaze bike, şerê deruniyê ye. Dîsan di vî warî de dixwaze têgînan ava bike. Armanca Tirkiyeyê ya din jî, dixwaze di raya xwe ya  giştî de têgînek xurt ava bike.”    TIRKIYE BAŞ DIZANE KU DÊ NEKARE LI WÊ DERÊ BIMÎNE’   Evran, di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin : “Tirkiye baş dizane ku ev cih dê jê re nemînin. Lê niha bi xapandinek wiha, hewl dide raya xwe ya giştî bixapîne. Li tu deverên cîhanê, cihên ku dagirkeran dagir kirine, ji bo wan mayîn de nebûye. A girîng ne dem kurtiye, dem dirêjiye. Dema ku em li dem dirêj û nîvekê mêzê dikin, Tirkiye dê zirarên mezin ji encamên vê operasyonê bigire.”