Xizmên windayan: Di cejnê de gorek me ya em ziyaret bikin tune 2019-06-03 10:45:25 AMED - Xizmên windayan ên di salên 90’î de xizmên wan hatin binçavkirin û windakirin, diyar kirin ku sibê Cejna Remezanê ye û di cejnê de gorek xizmên wan a ziyaret bikin û li ser duayan bixwînin tune ye. Xizmên windayan anîn ziman ku cejn ji bo wan roja reş e.  Li Amedê di salên 90’î de bi sedan kes hatin binçavkirin û windakirin. Gelek kesên hatin windakirin hêj aqûbeta wan nediyar e û kujerên wan nehatine darizandin. Malbatên ku xizmên wan hatin windakirin û hêj cenazeyên wan hehatine dîtin, vê cejnê jî xemgîn derbas dikin. Malbatên ku di hefteya 538'an de li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê  kom bûn û bi daxwaza "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" aqûbeta xizmên xwe pirsîn. Xizmên windayan diyar kirin ku Cejna Remezanê dîsa bêyî ku xwe bigînin xizmên xwe derbas dikin û cejn ji bo wan roja reş e.    BI SALAN E LI 2 KURÊN XWE DIGERE   Xizma windayan Hayriye Dogan ku 2 kurên wê hatine windakirin her hefte ji bo aqûbeta windayan bipirse tev li çalakiya Dayikên Şemiyê ya Amedê dibe û li 2 kurê xwe digere. Dogan diyar kir ku agahdar bû ku kurê wê yê biçûk Abdulkadir Dogan di sala 1996'an de jiyana xwe ji dest daye, lê hêj negihiştiye cenazeyê kurê xwe. Dogan anî ziman ku heta niha bi tu awayî agahî ji kurê xwe yê mezin Mehmet Ali Dogan negirtiye.    EMÊ LÊGERÎNA XWE BERDEWAM BIKIN   Dogan anî ziman ku xwişka wê Bedriye Gumuş dema ji malê derdiket rastî êrîşê hat û jiyana xwe ji dest da û wiha got: “Xwişka min bi 10 guleyan hat kuştin. Em tu kêliyê wan ji bir nakin. Heta em bijîn em wan ji bîr nakin. Di salekê de 3 kurê min ji malê derketin. Kurê min ê mezin Fahrettin Dogan li Amedê jiyana xwe ji dest da. Gora wî li Goristana Alipinarê ye. Kurê min ên din ji salên 90’î heta nigha li ku ne ez nizanim. Me hestiyên wan jî nedit. Ger ku gorek wan hebûya me dê fatîheyek li ser wan xwendibûya."    'TENÊ GORA FAHRETTÎN MIN TESELLÎ DIKE'    Dogan, da zanîn ku di her cejnê de diçe ser gora kurê xwe yê mezin Fahrettin û gora kurê wê Fahrettîn wê tesellî dike û wiha got: "Tenê gora Fahrettin min teselî dike. Ez hin caran hêrs dibim. Cenazeyên kurê min ên din li ku ne. Ez niha dixwazim ku di cejnê de gorên bêkes tune be û kesên gorên zarokên wan nediyar tune bin. Her kes di nava aştiyê de karibin biçin ser gorên xizmên xwe û duayan bikin."    26 SALIN LI 2 BIRAYÊN XWE DIGERIN   Xizma windayan Îffet Mutaş jî 26 salin li 2 birayên xwe yên winda digere. Mutaş her hefte şemiyê li ÎHD'ê tev li çalakiya xizmên windayan dibe. Dayik Mutaş, anî ziman ku ewê heta dawi li birayê xwe Mehmet Tekdag û Ali Tekdag bigere û wiha got: "Di salên 90'î de mirov li kolan û kuçeyan dihatin revandin û windakirin. Mehmet di 12'ê Sibata 1993'an de dema çû postexaneyê hat revandin û windakirin. Em dizanin wê demê dewletê mirov direvandin û winda dikirin. Em kujer nas dikin. Ji malê derket û cerek din nehat. Alî jî 19 caran binçav kirin. Herî dawî 8 sal cez lê birîn. Piştî hat berdan dîsa gelek caran hat binçavkirin û derb kirin. Di 13'ê Mijdara 1994'an de li Deriyê Çiyê li Torosa Spî suyar kirin û revandin. 100 rojan di destê wan de sax ma. Bi hefte û mehan îşkence lê kirin. Kablo li ser laşê wî hilandin. Pişte dan ber guleyan û veşartin. Lê heta niha me cihê gora wî nedîtiye.    HER KU DIÇIM FARQÎNÊ BANG DIKIM Û DIBÊJIM ALÎÎÎ'   Her ku rêya min dikeve aliyê Farqînê ez diqîrim û dibêjim Alîîi û bang li wî dikim. Ez dizanim li van deran e. lê nizanim li ku ye. Ez dizanim ew min dibine lê ez wî nabînim. Ez ji şifanan dipirsim we gora Alî dîtiye ya na. Ez komek ax li ku dibînim ez dibêjim belkî gora wî be."   Mutaş, anî ziman ku di cejnê de her kes diçe malê xwe, lê ji bo wê cejn roja reş e û wiha bi dawî kir: "Her ku cejn tê betir bêzar û xemgîn dibim. Ez her cejnê zimêran dilorînim. Endamên JÎTEM’ê bi ser malê me de girtin. Ji bavê min re gotin Ali li ku ye. Bavê min got 'Alî li cem we ye.' Li mavê min dan. Bavê min ji ber pêhna wan 3 rojan nikarîbû rabûya ser pîyan. 2 meh şûnde bavê min jiyana xwe ji dest da. Heta ku temenê me hebe emê li wan bigerin. Em tu carî heqê xwe li wan helal nakin. Ez dixwazim fatîhayekê li ser serê wan bixwînim. Em aştiyê dixwazin."