Keca Savaş Buldan a bavê xwe nedît: Tenê cerekê be jî min her xwest te hembêz bikim 2019-06-03 10:13:14 STENBOL - Keça Savaş Buldan a 25 salî ku pişti bavê wê hat kuştin ji dayik bû Zelal Buldan, bi minasebeta salvegera kuştina bavê xwe diyar kir ku her xwest bêhna bavê xwe hîs bike û wiha got: "Her dem min xwest bêhna bavê xwe hîs bikim. Tenê carekê be jî min her xwest te hembêz bikim." Di 3'ê Hezîrana 1994'an de li Yeşilkoy a Stenbolê cenazeyê karsaz û siyasetmedarê kurd Savaş Buldan ê 2 roj berê hatibû revandin hat dîtin. Navê Savaş Buldan, Adnan Yildirim û Haci Karay di "Listeya Kurdên ku bên kuştin" de cih digirt. Di ser kuştina Savaş Buldan û 2 hevalên wî re 25 sal derbas bûn. Roja Savaş Buldan û 2 karsazên din hatin kutin keça Savaş, Zelal Buldan  ji dayik bû. Zelal Buldan, li ser hesabê medya civakî peyamek parve kir û wiha got: “Min her xwest bi tere xeyal bikim. Tenê xeyalek. Ne pêkan e, lê min dixwest xwe bi hevre xwe dirêj bikin û xeyalên şîn ava bikin. Min her xwest bêhna te hîs bikim. Tenê carek be jî min xwest te hembêz bikim. Ji dil û ji can min xwest te hembêz bikim. Min xwest wêneyekî me bi hevre hebe. Min xwest wêneyê min te, dayika min û birayê min."