Di vê cejnê de jî bi sedan cenaze li gorên 'bêkesan' e 2019-06-03 09:51:11 AMED  - Li bajarên herêmê bi sedan cenaze li gorên bêkesan hatine definkirin. Di vê Cejna Remezanê de jî ji ber kesên li bajarên Nisêbîn, Cizîr û Sûrê di qedexeya kolanan de hatin kuştin û testa DNA ya cenazeyên wan nehat diyarkirin li gorên "bêkesan" hatin definkirin, cejnê bê malbat derbas dikin. Niha bi sedan cenaze li gorên "Bêkesan" hatine definkirin, ji ber testa DNA nehatiye diyarkirin nadin malbatan.  Di vê Cejna Remezanê de bi sedan kesên di qedexeya bajaran de jiyana xwe ji dest dan û ji ber cenazeyên wan hatin perçekirin malbatan cenaze nas nekirin li gorên "Bêkasan" hatine definkirin û cejnê bêyî ku malbat biçin gorên wan ziyaret bikin derbas dikin. Piştî 24'ê Tîrmeha 2015'an li gelek bajaran Wezareta Karên Hundir û Walîtiya bajaran qedexeya derketina kolanan îlan kiribû. Di qedexeyan de bi sedan ciwan di şer de jiyana xwe ji dest dabûn û cenazeyên wan perçe bûbû. Malbatên ku cenazeyên zarokên xwe nas nekirin, li gel testa xwînê dan jî hêj testa DNA nehatiye diyar kirin û li gorên bêkesan hatine defin kirin. Ji 16'ê Tebaxa 2015’an heta 1'ê Hezîrana 2017’an li Amedê 127, li Mêrdînê 32, li Colemêrgê 20, li Şirnexê 13, li Bedlisê 8, li Êlihê 3, li Mûşê 4, li Çewlikê 5, li Dersîmê 5  û li Xerpêtê 1 carê bi giştî li 10 bajar û 43 navçeyan bi awayekî fermî 218 caran derketina derve û kolanan li welatiyan hatin qedexekirin.   CENAZEYAN NADIN MALBATAN   Piştî kolan hatin qedexekirin û bi sedan kesan di qedexeyan de jiyana xwe ji dest dan, cenaze nedan malbatan û li gorên bêkesan defin kirin. Disa li Goristana Xerzan a Oleka Jorînk a Bedlisê bi hinceta wê testa DNA bikin di 19'ê Kanûna 2017’an de cenazeyên 267 kesan ji goristanê derxistibûn û biribûn Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Niha 265 cenaze li Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê tên rawestandin. Her çend malbatan serledan kirin jî encam negirtin.  2 sal derbas bûn, lê hêj bersîva malbatan nehatiye dayîn. Niha bi sedan cenaze bi sedema testa DNA zelal nebûye nadin malbatan û li gora 'Bêkesan" hatine defin kirin.    Ji ber li gora bêkesan hatine defin kirin malbat nikarin biçin ser gorên zarokên xwe û ji bo Cejna Remezanê duayan bikin.