Kolûman: Ji bo ku darizandin bêceza nemînin, divê em piştevaniyê xurtir bikin 2019-06-03 09:15:47 AMED - Endama Navenda Mafê Zarokan û Alîkara Serokê Baroya Amedê Gazal Bayram Kolûman, diyar kir ku darizandina zarok û jinên rastî tundiyê hatin û hatin kuştin, ji bo ku daraz bi awayekê xurt bê birêve birin û doz bi bêcezabûnê encam nebin, hin zêdetir pêdivî bi piştevaniyê heye.  Tacîz, tecawîz û tundiya li dijî jin û zarokan her roja diçe zêdetir dibe. Kesên ku derdikevin kolanan û bertek nîşanî vê yekê didin, dixwazin hikumet di vê mijrê de gav bavêje. Endama Navenda Mafê Zarokan û Alîkara Serokê Baroya Amedê Gazal Bayram Kolûman, derbarê tundî, tecawîz, tacîz û kuştinên jin û zarokan ên her roj zêdetir dibin de axivî û diyar kir ku ji bo bersûc bên cezakirin, pêdivî bi piştevaniyek mezin heye.     ‘CIVAK QEBÛL NAKE’   Kolûman, anî ziman ku polîtiyan tundî û komkujiyê yên li ser jina û zarokan zêde bûn û wiha got: “Li Amedê di rojên derbas bûyî de parêzer Muzeyyen Boylû ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin û polîsek jin ji aliyê polîsek zilam ve hat kuştin. Em dibînin ku hîna jî civak qebûl nake ku jinek bi tena serê xwe pêşeroja xwe ava bike. Ji bo me êşek pir cîdiye. Ya ku dibe sedem ku tacîz, tecawîz û tundiya li ser jin û zarokan zêdetir bibe, ceza ne dayîna bersûcane. Daraz hîna jî bersûcan bi cezayek kêm ceza dike. Divê mekanizmaya darazê ya li dijî van bersûcan kêm nebe. Ger wisan be dê ev rewş zêdetir bibe.”   ‘DIVÊ HEMÛ KES BÊN PERWERDE KIRIIN’   Kolûman, bal kişanda ser “Stratejiya Reforma Darazê” ya hat aşkere kirin û wiha bilêv kir: “Di vir de pirsgirêka me ya sereke ne guhertina qanûniye. Ji xwe Beymana Stenbolê ya li dijî tundiya jin û nava malbatê ya hejmara 6284 a ji bo jinan hatiye amedekirin û Peymana Hemû Cudakariyên li Dijî Jinan ji Holê Rakirin (CEDAW) hene. Di encamê de qanûnên me yên têr û tije hene. Lê pirsgirêka me ya herî mezin em van qanûnên xwe bi cih nayînin. Ev ji bo zarokan jî derbas dare.”   ‘JI BO BÊCEZA ENCAM NEBE, PÊDIVÎ BI PİŞTEVANİYÊ HEYE’   Kolûman, di dawiya axaftina xwe wiha got: “Kesên rastî tecawîzê tên divê bên parastin. Ger ev yek neyê kirin, ev rewş dê xwe dûbare bike. Li dijî tundî, tecawîz û tacîza li ser jin û zarokan, pêdivê bi piştevaniyê heye. Ger tedawiya zarokên rastî tecawî tên bê kirin û ji rewşekê muxdûrbûnê bên derxistin, wê demê bi çalakiyek travmatîz zirar nede civakê. Li dijî her cure tecawîz, tundî, kuştin û tacîzê divê em hîn zêdetir biqîrîn û piştvaniya xwe ava bikin. Ji ber ku pêdivî bi piştevaniyek mezin heye.”    MA / Ruken Demîr