Çawa ku îşkence ji dozger re vegot navber hat dayîn, dure got ‘îşkence nebû’ 2019-06-03 09:15:03 RIHA - Kesê bi navê M. çawa ku îşkece vegot, dozgerê lêpirsîna Xelfetî navber da îfade girtinê. M. ê birîn nezaretxaneya edliyê, dûre îfadeya xwe guhert û got dibin çavan de rastî tu zextan nehatiye û îşkence nebû. Parêzer jî, bi awayekê “Bêqanûniye” bertek nîşanî vê yekê da.  Di 18'ê Gulanê de li Taxa Dêrto ya Xelfetiya RIhayê, piştî pevçûnekê polîs û leşkeran avêt ser çar taxên navçeya Xelfetî Û hewangê û zarok jî di nav de 51 kes binçav kirin. Hat îdîakirin ku îşkenceya li kesên piştî pevçûnê hatin binçavkirin hat kirin, dibin kontrola dozgerî lêpirsîn bi rêve bir de hatiye kirin.    Welatiyê bi navê M. ê li taxa pevçûn rû da de hat binçavkirin, li Şaxa TEM’ê dibin îşkenceyek giran de, neçar me kul i ser xizmên xwe îfade bide. M. ê ev yek qebûl nekir, li TEM’ê 12 rojan rastî îşkenceyek dijwar hat. M. ê ji ber îşkenceya lê hat kirin, neçar ma ku li ser xizmên xwe îfade bide, di Çarşema bihûrê de sewqî edliyê kirin.    PIŞTÎ NEZARETXANEYA POLÎSAN…   M. ê ji aliyê dozgerê lêpirsîn bi rêve dibir ve îfadeya wî hat girtin. M. ifadeya li ewlekariyê dabû qebûl nekir, got dibin îşkencê de îfade daye û dest bi vegotina îşkeceya li wî hatibû kirin, kir. M. çawan ku dest bi vegotina îşkenceyê kir, dozgerê lêpirsînê axaftina wî birî û navber da karê îfade girtin. Piştî ku navber hat dayîn polîsan M. birin nezaretxaneya edliyê. M. ê piştî navberê dîsan îfadeya wî hat girtin. M. vê carê îfadeya xwe guhert û got: “Li Midûriyeta Polîsan îşkence li min nekirin. Bêyî ku dibin zextên tu kesî de bimînin, min ev îfade da.”    PIŞTÎ NAVBERÊ ÎFADE GUHERÎ   Parêzerê M. li ser vê yekê ket navberê û got, ev muamele ne qanûniye û îtîrazî îfade girtinê kir. Dozgerê lêpirsînê, ji bo parêzerê îtîraz kir bi hinceta “Karê xwe xerab dike” sûdar kir.   Dozger piştî nîqaşê, ji M. pirsa dibin çavan de, rastî îşkencê hatî û mûameleya xerab li te hatiye kirin, kir. M., li ser vê yekê, got: “Derbarê bûyera parêzer behsê dike de, rastî tu zext û gefên polîs û dozger nehatiye. Min dest pê kê got li ewlekariyê zext li min hat kirin, piştî ku derketim derve dîsan min bi daxwaza xwe got ez dixwazim di çarçoveyê poşmaniyê de îfade bibin û ez bi vîna xwe dîsan paşve vegeriyam.”    DI ÎFADEYA DEST PÊ KÊ DE GOT ‘ÎŞKENCE HATIYE KIRIN’   Parêzer dûre parastin kir û wiha got: “Muwekîlê min di îfadeya li ewlekariyê dayî de yek bi yek bûyer vegot. Cara yekemîn dema hat dozger, got li ewlekariyê rastî zextan hatiye. Lê dûre îfadeya xwe guhert û li gel dozger xwest ji hikumxariya poşmantiyê sûdê bigire.”   BI 13 KESAN RE HAT GIRTIN   M. piştî îfadeyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin. M. ê derket dadgehê, bi 13 kesên bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin re hat girtin û şandin girtîgehê.