ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2019'AN 2019-06-03 09:00:05 * AYM'ê civîna biryara der barê Akademisyen Aydin Ari yê bi sedema deklerasyona aştiyê ya "Em nabin şirîkê vî sûcî" ew îxrac kirin, bi hinceta "nerîna" ji Wezareta Dadê xwestin nehatiye taloq kir. Ari, anî ziman ku taloqkirina civînê pirsgirêkek pir cîddî ye û wiha got: “Tu sedema ku AYM pêdivî bi nerîna Wezaretê bibîne tune ye."  * Karkerên çandiniyê yên li Çûkûrova dibin kelegermê de dixebitin, diyar kirin ku yewmiya didin wan têra wan neke.    * Li Cizîrê, di çend mehên dawî de, nêzî 3 hezar jimêrekên avê hatin dizîn. Rayedarên Şaredariyê, diyar kirin ku ewê derbarê kesên têkildarî xordefiroşên van jimêrekan dikirin de, dê serî li rêyên hiqûqî bibin.    * Kesê bi navê M. çawan ku îşkece vegot, dozgerê lêpirsîna Xelfetî navber da îfade girtinê. M. ê birîn nezaretxaneya edliyê, dûre îfadeya xwe guhert û got dibin çavan de rastî tu zextan nehatiye û îşkence nebû. Parêzer jî, bi awayekê “Bêqanûniye” bertek nîşanî vê yekê da.    * Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Halis Yerlikaya, diyar kir ku piştî greva birçîbûnê bi dawî bû, diviya bû kesên di greva birçîbûnê de sewqî nexweşxaneye kiribûna, lê kesên çalakiya xwe bi dawî kirin, piştî çalakiyê ew sewq nekirine. Yerlîkaya, xwest hem çalakgerên ketibûn grevê û hem jî rêveberiya girtîgehê der barê xwarin û vexwarinê de li gorî algoritmaya TTB'ê tev bigerin û li hişyariyên wan baldar bibin.    * Endama Navenda Mafê Zarokan û Alîkara Serokê Baroya Amedê Gazal Bayram Kolûman, diyar kir ku darizandina zarok û jinên rastî tundiyê hatin û hatin kuştin, ji bo ku daraz bi awayekê xurt bê birêve birin û doz bi bêcezabûnê encam nebin, hin zêdetir pêdivî bi piştevaniyê heye.    * Li Qoserê, cezayê 10 hezar û 100 TL ê li bersûc polîs Î.K. ê berî 7 salan di dema şerê di navbera 2 malbatan rû da de, Îbrahîm Kiliç ji patikê ve kuşt, hat birin. Dadgehê cezayê pere yê bersûc Î.K. kir 24 taqsît û di biryara pêwîst de, kuştina Kiliç “li gorî hiqûqê” dît.   *Baroya Rihayê, rapora darbarê îşkenceya li kesên Xelfetê hatibûn binçavkirin hat kirin, dê li avahiya xwe di civîna çapemeniyê de aşkere bike.14.00    * Karderê Kurd Savaş Buldan ê di sala 1994'an de, di derketina oteleke li Yeşilkoya  Stenbolê de hat revan û piştî du rojan cenazeyê wî hat dîtin, dê li ser gora xwe ya li Avcilarê bê bibîranîn. (12.00)