Li 3 navçe û bajarokekê hilbijratin jinû de hat kirin 2019-06-02 19:06:19 NAVENDA NÛÇEYAN - Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) li bajarokê Kesmetepe yê navçeya Besnî ya Semsûrê, navçeya Keskin a Kirikkale, navçeya Yûsûfelî ya Artvîn û navçeya Honaz a Denîzliyê hilbijartina 31’ê betal kiribû, îro hilbijartin hat nûkirin û dengdayîn bi dawî bû.   Li bajaroka Kesmetepe yA navçeya Besnî ya Semsûrê, navçeya Keskîn a Kirikkale, navçeya Yûsûfelî ya Artvîn û navçeya Honaz a Denîzliyê ku YSK’ê biryara jinûve hilbijartinê dabû, dengdayîn îro bi dawî bû.   YSK’ê 31’ê Adarê Hilbijartina Rêveberiya Herêmî betal kiribû û biryar dabû ku di 2’ê Hezîranê de hilbijartin were kirin. Ji derveyî sindoqên girtîgehê li navçeya Honazê 21 hezar û 810 hilbijêr li 76 sindoqan, li navçeya Yûsûfelî 5 hezar û 219 hilbijêr li 20 sindoqan, li Keskînê 6 hezar û 396 hilbijêr li 24 sindoqan, li bajarokê Kesmetepe yê navçeya Besnî ya Semsûrê hezar û 205 hilbijêr li 7 sindoqan deng hatin dayîn.   DENGDAYÎN SAET 17:00'AN BI DAWÎ BÛ   Li Stenbolê ku hilbijartina Serokê Şaredariya Mezin ji aliyê YSK’ê ve hatibû betalkirin, wê 23’ê Hezîranê, li bajarokê Demîrcî yê navçeya Gulagaç a Aksarayê, li bajarokê Suvarlî yê navçeya Besnî ya Semsûrê wê hilbijartin di 4’ê Tebaxê de were kirin.