Esker li Payizava derketin operasyonê 2019-06-02 17:00:02   WAN - Esker li gundên çoltarê yên navçeya Payizava ya Wanê derketin operasyonê.    Li gorî çavkaniyên herêmî esker li çoltar û gundên navçeya Payizava ya Wanê derketin operasyonê. Çavkaniyên herêmî destnîşan kirin ku esker li gundên Aşkan û Govan derketine operasyonê û operasyon ji duh ve dest pê kiriye û hêj didome. Hat zanîn ku piştî esker derketin operasyonê li hin cihan şer derketiye.