Yên piştgrî dane çalakgerên greva birçîbûnê rastî cezayê pereyan hatin 2019-06-02 16:55:24   WAN - Midûriyeta Polîsan a Wanê bi hinceta piştgirî daye çalakgerên greva birçîbûnê bi sucdariya "Li dijî qanûna qebehetê derketine" 320 tl cezayê pereyan li rêveberên HDP, TUHAYDER û Dayikên Aştiyê birîn. Endama Meclîsa Aştiyê Zekiye Kaya, diyar kir ku ewê wî pereyî nede û ew çiqas ceza bibirin jî dê dîsa têkoşîna aştiyê berdewam bike.    Li Wanê Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Rêveberêh HDP'ê û Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Girtiyan (TUHAYDER) a Wanê ji ber piştgirî dan çalakgerên greva birçîbunê rastî cezayên pereyan hatin. Midûriyeta Polîsan a Wanê, bi hinceta “Li dijî qanûna qebehetê derketiye li her kesekê-î 320 TL cezayê pereyan birî. Midûriyeta Polîsan a Wanê, li hin dayikan 3 caran li ser hev ceza birîn. Dayikên çalakgeran li avahiya HDP'ê girteken ceza yên ij wan re hatin rakirin hewa û bertekên xwe anîn ziman. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mustafa Avci, Parlamentera Wanê Muazzez Orhan û hevserokên TUHAYDER'ê û gelek kesên din tev li çalakiyê bûn.    CEZA LI AŞTIYÊ BIRÎN    Li ser navê dayik û malbatnan Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Zekiye Kaya axivî û wiha got: "Em wekî dayikên Aştiyê û dayikên ku zarokên wan girtî, ji bo zarokên me jiyana xwe ji dest nedin daketin qadan. Me ji bo zarok û mirov jiyana xwe ji dest nedin û aştî pêş bikeve çalakiyên rûniştinê li dar xistin. Ji bo kes neyên kuştin me aştî xwest. Lê mixabin li hemberî daxwaza aştiyê cezayê pereyan li me birîn. Em vî cezayî nadin. Em wî pereyî nadin. Ji ber ku me tu sûc nekiriye. Me xwest zarokên me jiyana xwe ji dest nedin. Me destê aştiyê dirêj kir. Me xwest darbesta zarokên me ji girtîgehan dernekeve. Her çiqas ceza li me bibirin jî dîsa emê têkoşînka xwe ya ji bo aştiyê berdewam bikin."    Dayikan bi dirûşmeya “Zext me têk nabin" çalakiya xwe bi dawî kirin.