16 zarok bi maşîneyên zirxî hatin kuştin 2017-11-18 10:19:43 AMED - Li Kurdistanê gelek zarok bi maşîneyên zirxî, teqemeniyên leşker û polîsan jiyana xwe ji dest dan. Polîs û leşkeran ji 2008'an heta niha li kolanan herî kêm 16 zarok qetil kirin. Polîs û leşkeran herî zêde di 2 salên dawî de mirov bi maşîneyên zirxî qetil kirin. Lê heta niha kujerên zarokan nehatin darizandin.  POLÎS ÊDÎ BI MAŞÎNEYÊN ZIDXÎ QETIL DIKIN   Ji ber ku erka polîs û leşkeran hat zêdekirin û her wiha ji ber polîs û leşkerên ku mirovan dikujin nayên darizandin û cezakirin, kuştina bi destê polîs û leşkeran zêde bûye. Piştî 2008'an heta 2017'an kuştina bi maşîneyên zirxî zêde bû. Polîs û leşkerên ku mirovan qetil dikin ji aliyê rayedarên dewletê û darazê ve tên parastin û nayên cezakirin.    HERÎ KÊM 16 ZAROK HATIN QETILKIRIN   Li gorî nûçeyên di çapemeniyê de hatin weşandin di salên dawî de herî kêm 28 caran maşineyên zirxî li mirovan qeliband û mirov qetil kirin. Di van bûyeran de herî kêm 16 zarok bi maşîneyên zirxî jiyana xwe ji dest dan. 12 zarok jî bi giranî birîndar bûn. Heri zêde li Amed, Şirnex, Cizîr, Sîlopî, Gever, Wan, Êlih, Sêrt, Erzirom, Dîlok û Stenbolê pêk hatin.    ZAROKÊN DI BÛYERÊN MAŞÎNEYÊN ZIRXÎ DE JIYANA XWE JI DEST DAN WIHA NE:    * Di 31'ê Tebaxa 2008'an de li Êlihê panzêrê li Adnan Enuk (11) qeliband. Enuk di bûyerê de bi giranî birîndar bû. Der barê leşker de biryara bêşopandinê hat dayîn.    * Di 29'ê Nîsana 2009'an de maşîna polîsên tevgera taybet li Colemêrgê zaroka 7 salî Maziye Aslan qetil kir. Tenê polîsek hat girtin.    * Di 4'ê Hezîrana 2010'an de maşîna zirxî li Şirnexê li zaroka 10 salî Diren Basan qeliband û Diren qetil kirin. Der barê bûyerê de biryara neşopandina dozê hat dayîn.    * Di 16'ê Gulana 2010'an de li gundê Akalin ê Geverê maşîna polîsan a Geverê zarokê 12 salî Turgut Gezer bi giranî birîndar kir.    * Di 13'ê Hezîrana 2012'an de li navçeya Qereyazî ya Erziromê polîsan bi maşîna zirxî Yusuf Yilan (9) qetil kir. Der barê polîs de doz nehat vekirin.    * Di 23'ê Tebaxa 2012'an de maşîna polîsan li Geverê zarokê 8 salî Muhsin Îşleyen bi giranî birîndar kir.    * Di Nîsana 2013'an de li Cizîra Şirnexê maşina polîsan li zarokê 17 salî Sinan Saltıkalp qeliband û bi giranî birîndar kirin. Sinan, di 29'ê Tebaxê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    * Di 14'ê Gulana 2013'an de li navçeya Rezan a Amedê maşîna polîsan a zirxî zarokê 4 salî A.O. bi giranî birîndar kir.    * Di 8'ê Nîsana 2014'an de li taxa Xaçorê ya Wanê maşîna zirxî li zarokê 12 salî A. O. bi giranî birîndar kir. Xwîn çû ser mejiyê wî.    * Di 17'ê Tîrmeha 2014’an de li navçeya Palandokenê ya maşîna polîsan li keriyê pes yê zarokê 14 salî Furkan (14) û zarokê 16 salî Îbrahim Çavuş qeliband. Gelek pezên wan mirar bûn. Zarok rastî gulebarana polîsan hatin. Zarok birîndar bûn.    * Di 2'ê Îlona 2014'an de li Fîskaya ya Amedê maşîna polîsan a zirxî li szarokê 7 salî Enes Karagoz qeliband. Karagoz, bi giranî birîndar bû.    * Di 23'ê Gulana 2015'an de li navçeya Geverê maşîna zirxî li zarokê 15 sali Kamuran Orman qeliband û bi giranî birîndar kir.    * Di 15'ê Nîsana 2016'an de li ser rêya Riha û dîlokê maşîna zirxî ya leşkeran li dolmîşê qeliband. Zarokê 17 salî Cuma Ozkaplan qetil kir.    * Di 4'ê Gulana 2016'an de li Colemêrgê maşîna polîsan 2 zarok birîndar kirin.    * Di 12'ê Hezîrana 2016'an de li Cizîrêi maşina zirxî zarokê 6 salî Bunyamin Bayram kuşt.    * Di 28'ê Hezîrana 2016'an de li ser Rêya Hevrişîmê li dolmîşê xist û zaroka 8 salî Çinar Bartin kuşt.    * Di 24'ê Tîrmeha 2016'an d li Navçeya Rêya Armûşê ya Wanê panzêra polîsan zarokê 4 salî Taha Kiliç qetil kir. Der barê polîs de lêpirsîn nehat destpêkirin.    * Di 30'ê Tebaxa 2016'an de li Wanê zarokê 17 salî Mustafa Duman bi guleya polîsan a ji maşîna zirxî hat avêtin hat qetilkirin.    * Di 24'ê Cotmeha 2016'an de li Cizîrê maşîneya zirxî ya polîsan zarokê 5 salî Hakan Sarak qetil kir.    * Di Tebaxa 2017'an de maşîna polîsan li Okyemdani ya Stenbolê zarokê 7 salî Raşid Oso yê Sûriyeyî qetil kir.    * Di 4'ê Gulana 2017'an de li navçeya Sîlopiyayê panzêra polîsan şev nîvê şevê li xaniyê malbata Yildirim qeliband û zarokê 7 salî Muhammet û zarokê 6 salî Furkan Yildirim yên li malê razabûn qetil kirin. Walî diyar kir ku qeza ye.    *Di 9'ê Hezîrana 2017'an de li navçeya Nisêbînê maşîna zirxî ya polîsan zarokê 17 salî Mehmet Şerif B. yê li ser motorsîklet bi giranî birîndar kir. Şerîf ê bi giranî birîndar bû piyê wî ji çongê ve hat jêkirin.    * Di 19'ê Hezîrana 2017'an de maşîna zirxî ya polîsan di dolmîşa welatiyan qeliband û ajokar Remzi Menteşe û zaroka wan a 8-10 sali qetil kirin.    * Di 24'ê Hezîrana 2017'an de li navçeya Sîlopya  maşîna zirxî ya polîsan li ciwana 22 salî Mizgin Kizil qeliband û bi girani birîndar kirin.    * Di 19'ê Cotmeha 2017'an de li Navçeya Sêrtê maşîna polîsan zaroka 6 salî Felek Batur  qetil kir.    * Herî dawî di 5'ê mijdara 2017'an de li taxa Korikê ya Êlihê maşîna zirxî ya leşkeran zaroka 5 salî Burak İlhan qetil kirin.