Siyasetmedarê kurd Melîk li ser gora xwe hat bibîranîn 2019-06-02 13:53:03   RIHA – Siyasetmedarê kurd Muhsîn Melîk ê 25 sal berê li Rihayê hat kuştin malbat, dost, hevalê wî yên têkoşînê û hezkiriyên wî li ser gorê ew bibîr anîn.    Siyasetmedarê kurd Muhsîn Melîk ê di 2’yê Hezîrana 1994’an de li Rihayê di encama gulebaranê de hat kuştin li ser xwe hat bibîranîn. Malbat, dost, hevalên wî yên têkoşînê û hezkiriyên wî di salvegera 25’emîn de li Goristana Deriyê Heranê bibîr anî. Hevjîna Melîk, Senay Melîk, Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, rêveberên HDP’ê û gellek welatî beşdarî bîranînê bûn.    ‘BÛ HEDEFA DIJMINÊN MIROVAHIYÊ’    Qurnefilan danîn ser gora Melîk û rêzgirtin pêk hat. Hevjîna Melîk, Senay Melîk axaftinek kurt kir û wiha got: “Bi baweriya xwe ya edalet û azadiyê wêrekiyê û mîsogeriyê dida derdora xwe. Ji ber van taybetmendiyên xwe bû hedefa dijminên mirovahiyê. Tevî tehdîtên bêhejmar jî têkoşîna xwe meşand û ji bo gelê xwe xizmet kir. Vî bajarî ku ji dîrokê re dergûşiyê kiriye di 2’yê Hezîrana 1994’an de şahidiya alçaxiyekê kir. Bi ser vê wahşetê re 25 sal derbas bû. Em ê dîsa jî edalet û azadiyê qîr bikin. Em ê nirxên xwe her tim biparêzin û wê di têkoşîn û jiyana me de cih bigirin.”    ‘BI SERBILINDÎ LI SER PIYA BÛ’    Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî wiha got: “Bi salan ji bo demokrasî were vî welatî û pirsgirêka kurd çareser bibe têkoşiya. Di vê oxirê de jî jiyana xwe ji dest da. Lê tu demê serê xwe netewand. Heta kêliya dawî jî li dijî êrîşkaran bi serbilindî li ser piya sekinî.”    Piştî axaftinan, girse çû ser gora ajokarê Melîk, Mehmet Ayyildiz ê di heman êrîşê de jiyana xwe ji dest da jî ziyaret kir û qurnefil danîn ser gorê.