Şeker: Li dijî polîtîkaya teslîmgirtinê stûyê xwe netewînin 2017-11-18 09:53:17 AMED – Wekîlê CHP'ê yê Stenbolê Alî Şeker binpêkirinên mafan ên li girtîgehan nirxand û wiha got: "Hikumet dixwaze civakê bitirsîne û serî bi civakê bide tewandin. Tiştên li girtîgehan diqewimin jî bi tu awayî nayê qebûlkirin. Divê tu kes serê xwe li hemberî polîtîkaya teslîmgirtinê netewîne." Bi hezaran mirov li girtîgehan mafên wan tên xwarin. Bi îlankirina OHAL'ê re zextên li girtîgehan derketine asta herî jor. Wekîlê Partiya Gel a Komarê (CHP) yê Stenbolê Alî Şeker, bal kişand ser zextên li girtîgehan û got ku "Li girtîgehan îdiayên wekî girtiyan îşkence dikin gelekî zêde bûne." Yek jî mijarên herî girîng ên li Tirkiye û Kurdistanê jî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e, demek dirêj e Ocalan nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne, Şeker di vê der barê de jî ev tişt anî ziman: "Divê li gorî hiqûqê nêzîkî her kesî bibin û di vê çarçoveyê de dawazên malbat û parêzeran bên qebûlkirin."   ‘DIXWAIN TIRSÊ AVA BIKIN’   Şeker destnîşan kir ku dixwazin li girtîgehan tirsê di girtiyan de çêbikin û wiha pê de çû: "Rewşeke wisa ava dikin divên bila her kes bitirse, dixwazin her kes stûyê xwe ji vê tirsê re bitewîne. AKP dixwaze girtîgehan di çavê raya giştî de bike navenda tirs û fikarê. Di vê der barê de gelek polîtîkayan bi pêş dixe." Şeker diyar kir ku di warê binpêkirinên mafan, îşkence û muameleya xirab de gelek gilî tên navenda wan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li ser giliyên ku ji me re hatin, ez çûm Girtîgeha Kirikkaleyê. Ji bo ev gilî zêde nebin, em di nava tevgerê de ne. Dibe ku mirovan ceza girtibin, lê divê ev cezana bi awayekî medenî bên kişandin."   ‘ZEXTÊN LI GIRTÎGEHAN NAYÊN QEBÛLKIRIN’   Şeker anî ziman ku divê li girtîgehan mafên girtiyan neyê xwarin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Rewşa Nuriye û Semîh li holê ye. Bi taybetî rewşa Nuriyeyê ber bi pêvajoyek xirab ve diçe. Li meclisê der barê mexdûrên KHK'ê de komîsyonek hat avakirin. Ev pergala ji bo mafan bloke bike bi zanebûn hat avakirin. Ev komîsyon hêj neketiye meryetê. Ji ber ku armanca wan ne çareserî ye." Şeker herî dawî aşkera kir ku tiştên li girtîgehan diqewimin nayên qebûlkirin û bang li her kesî kir ku li dijî van polîtîkayên ku dixwaze mirovan teslîm bigire, stûyê xwe netewînin.