Şaredariya Peyasê protokolên qeyûm betal kirin 2019-06-02 09:12:16   AMED - Meclîsa Şaredariya Peyasê, biryarên qeyûm ên der barê 19 mal û milkên şaredariyê ku ew dewr û tehsîs kiribûn de betal kir.    Qeyûmê Şaredariya Peyasê (Kayapinar) Qeymeqam Unal Koç, piştî tayînî şaredariyê hatibû kirin Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwînê, Navenda Jiyanê ya Zarokan, Pirtûkxaneya Azîz Sancar-Fûat Sezgîn, avahiya şaredariyê ya kevn, kompleksa sporê, 3 malên şînê, avahiyeke prefabrîk, 2 avahiyên mala perwerdehiyê, Kreşa Şaredariya Peysaê, Kreşa Zarokîstanê, Avahiyên di hundurê Parka Ekîn Cerenê de, Mala Perwerdehiya Pîşeyî ya Jinê, Kamedem, Parka Ixlamûrê, parsêla jimare 1 a 225'an û Parka Açelyayê dewr û tahsîs kiribûn. Lê belê Meclîsa Şaredariyê vê biryara qeyûm betal kir. Şaredariyê biryara xwe ragihand hin saziyên têkildar û yên mayîn jî dê piştî Cejna Remezanê ragihîne.    PROTOKOLÊN QEYÛM HATIN BETALKIRIN    Hevşaredara Peyasê Kezîban Yilmaz, diyar kir ku qeyûm îmze daniye bin protokolên ku zirarê didin şaredariyê û cemaweriyê û piştî ew hatine ser kar wan der barê tiştên hatine dewrkirin û tahsîskirin de lêkolîn kirine. Yilmaz, bilêv kir ku piştî lêkolînan wan pêdiviyên gelê Peyasê esas girtiye û meclîsa wan biryara qeyûm a ji bo tahsîskirin û dewrkirina mal û milkên şaredariyê betal kiriye.    Yilmaz, bal kişand ser kreşa zarokan ku tahsîsî miftîtiyê hatiye kirin û bi bîr xist ku piştî biryara meclîsa şaredariyê wan biryara ragihandiye Qeymeqamtiya Peyasê û miftîtiyê û diyar kiriye ku divê teslîmata kreşê neyê kirin. Yilmaz, anî ziman ku piştî teblîxatê ji bo tabeleya şaredariyê bê daliqandin wan tabeleya miftîtiyê daxistiye. Yilmaz, diyar kir ku li ser vê rayedarên miftîtiyê hatine kreşê û xwestine kreşê vala bikin û ji ber vê bûyer rû daye û ew çûne cihê bûyerê. Yilmaz, anî ziman ku qeymeqam jî hatiye û xwestiye avahî bê valkirin. Yilmaz, destnîşan kir ku qeymeqam biryara meclîsê esas negirtiye û di biryara xwe ya berê de israr kiriye. Yilmaz, destnîşan kir ku piştî qeymeqam îdia kiriye ku avahiay kreşê û aîdî wan û miftîtiyê ye, wan bal kişandiye ser hiqûqê û got: "Li ser vê qeymeqam gef xwar û got, divê ne personelên Şaredariya Kayapinarê, ne şaredar divê kes neyê avahiya kreşê û kuçeya wê."    QEYMEQAM KREŞ DAGIR KIRIYE    Yilmaz ku got "niha qeymeqam kreş dagir kiriye, destnîşan kir ku ew bi pêkanîneke derî qanûnî re rû bi rû mane û tu hêleke wê ya qanûnî tune ye. Yilmaz, diyar kir ku piştî qeymeqam kreş stendiye zarokan şandiye cem malbatên wan û personelên li wir derxistiye derve û got: "Lê wê hevdîtinên me yên di warê hiqûqî û bi saziyên fermî re bidomin. Em ê li gor encamên van hevdîtinan pirsgirêkên xwe ragihînin."