Parêzer tayînî doza zarokên rastî îstismarê hatin nekirin 2019-06-02 09:08:39     AMED - Di dozên îstismara cinsî yên li hemberî zarokan de, di warê qanûnî de mecbûriyeta tayînkirina parêzeran heye. Lê belê li Amedê ji ber di doza îstismarkirina zarokan de parêzer nehat tayînkirin parêzerên Navenda Mafên Zarokan a Amedê xwestin daxilî dozê bibin, lê serokê dadgehê ew bi darê zorê ji eywana dadgehê derxistin.    Li gor îdiayan li navçeya Rezan a Amedê, kesê bi navê H.K. 4 zarokên temenê wan 8-9 salî îstismar kiriye. H.K., ji 3 jê keç 4 zarokên li kuçeyê ji xwe re dilîstin gotiye ew ê xwarinê bide wan û bi vî awayî ew îstismar kirine.    Ji evan zarokan yek jê piştî di xewê de xof digire û diveciniqe, malbat li ser disekine. Malbat û mamosteyê zarokê li ser meseleyê disekinin û zarokê her tiştî ji wan re dibêhe. Piştî vê zarokên din jî ji malbatê xwe re dibêjin û giliyê H.K. tê kirin.    Piştî vê der barê H.K. de lêpirsîn tê destpêkirin û bi tawanbariya "îstismarkirina zarokan" tê girtin. Bi heman tawanbariyê li Dadgeha Cezayê Giran a 6'an a Amedê bi daxwaza ji 8 salan heta 15 salan cezakirina H.K. doz hat vekirin.    PARÊZER JI EYWANA DADGEHÊ HATIN DERXISTIN    Piştî lêpirsîn hat destpêkirin ji malbata zarokekê dev ji giliya xwe berda û di dema dadgehê de jî ji malbatan 2 jê dev ji giliya xwe berdan. Lê belê her çend di qanûnê de hatiye diyarkirin ku mecbûr e ji bo zarokan parêzer bên tayînkirin, di vê dozê de parêzer nehatin tayînkirin. Li ser vê Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê xwest bi endamên xwe daxilî dozê bibe, lê belê heyeta dadgehê destûr neda û bi darê zorê parêzerên baroyê ji eywanê derxistin.    Sekretera Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê Berçem Sancar, bilêv kir ku xwestine daxilî dozê bibin lê belê dadgehê guh nedaye qanûna di vî warî de û nehiştiye daxil bibin. Sancar, destnîşan kir ku di danişînê de parêzerê bersûc 10 deqeyan axiviye û kesî mudaxileyî wî nekiriye, lê belê wexta ew axivîne mudaxileyî wan hatiye kirin.    Sancar, anî ziman ku li ser vê wan Serokê Dadgeha Cezayê Giran a 6'an a Amedê li Desteya Dadger û Dozgeran (HSK) gilî kiriye.   Sancar, bilêv kir ku di danişîna ewil de du malbat dev ji giliya xwe berdane, lê belê ji bo mexdûran parêzer nehatine tayînkirin û got: "Wexta me dosye raçav kir me dît ku ji bo 3 mexdûran parêzer nehatine tayînkirin. Li gor CMK'yê divê ji bo kesên di biniya 18 salan de parêzer bê tayînkirin."    Sancar, anî ziman ku ji bo her du malbat dev ji giliya xwe berdin zêr teklîfî wan kiriye û ji ber vê malbat dev ji giliyên xwe berdane û got: "Her wiha di bûyerên navmalbatî de wexta malbat dixwaze ser bûyerê bigire, wê daxwaza beşdarbûyînê ya baoriyê rastiya maddî jî derxîne holê. Wexta malbat destekê nede jî divê mafên zarokan bên parastin û wexta ji bo wan parêzer neyên tayînkirin divê baro vê yekê bigire ber çavan û tev li dozê bibe." Sancar, destnîşan kir ku ev yek di qanûnê de heye, lê belê dadgeh dema dadgehê bi awayekî aşkere erka tevlêbûnê ende baroyan, daxwazên baroyan ên di vî warî de tên redkirin. Sancar, bilêv kir ku ji bo vê rewşê pêdivî bi sererastkirinên nû yên qanûnî heye.