Huda Kaya: Di cîhana îslamê de rizîbûnek kûr heye 2019-06-01 18:03:41 AMED - Parlementera HDP’ê Huda Kaya di panela “Di îslamê de civak, wekhevî û edalet” de bal kişand ser binpêkirina mafan û îşkenceya li kolanan û wiha got: "Ji ber geşedanên heyî em  pîrozkirina cejnan jî heq nakin. Dibêjin bihişt di bin pîyê dayikan de ye. Lê dayikan li kolanan li pey xwe kaş dikin. Di cîhana îslamê  de rizîbûnek kûr heye."  Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê panela “Di îslamê de civak, wekhevî û edalet” li Eywana Şanoyê ya Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li dar xist. Hevşarêdarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli, Melayên Kongreya Demokratîk a Îslamê (KÎD) û gelek welatî di panelê de amade bûn. Seher Akçinarê panel pêşkêş kir. Parlementerê HDP’ê yê berê Kadrî Yildirim, Parlementera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya û Esnafa Bazara Jiyan a Taxê ya Jinê Fatma Topval wekî panelîst axivîn. Akademîsyen û siyasetmedar Kadrî Yildirim mijara “Di Quranê de Edaleta Sosyal”, Siyasetmedar Huda Kaya mijara “Di Quranê de Jin û Edalet” û Fatma Topval jî mijara “ Ked û Jin” pêşkêş kir.    SEÎDE KURDÎ GOTIYE: EDALETA BÊ WEKHEVÎ NE EDALETE    Destpêkê Kadrî Yildirim bal kişand ser têgeha edaletê û wiha got: "Edalet û wekhevî du têgehên ku hevdû temam dikin in. Edalet, heq û hûqûqê wekhev pêkanîne, belavkirine. Seîdê Kûrdî jî gotiye ku edaleta bê wekhevî ne edalete. Ji ber vê yekê hevdû temam dikin. Wekhevî çiye, hemû aliyên civakê gerek ziman, ol û bawerî, statuya sosyal, netew û aliyê zayendî ve pêşberî hûqûqê wekhev bin. Ev têgeh hem ji bo bindestan hem ji bo serdestan gelek girîng e. Hinek jê heznakin, hinek jî hêviya xwe girêdayî van peyvan dikin. Pergalên ku ev her dû têgeh heyî gel pê bi bawer e û pergalê aîdî xwe dibîne. Pêrgalên ku ev têgeh e  nebin de baweriya gel pê nayê û têk  diçe."    Yildirim,  bal kişand ser wekheviya navbera zimanan û wiha axivî: "Xwedê di quranê de jî qal dike ku tu ziman ji tu zimanan ne serdestir e. Ji ber vê yekê dema mirov mirin li cîhana din ferîşteh herkesê bi zimanê wî lêpirsîn dike. Yê kurd bi kurdî, faris bi farisî, ereb bi erebî, tirk bi tirkî tên darizandin."      Parlementera HDP'ê Huda Kaya jî bal kişand ser zilma pêş dikeve û wiha axivî: "Heta heqîqeta qûranê neyê fêm kirin, edalet, zilum, mirovahî çiye? Berpirsyarî çiye? em nizanin.  Pîrozkirina cejnan jî em heq nakin. Dibêjin bihişt di bin piyê dayikan de ye. Lê dayikan û jinan dixin bin piyan û li pey xwe kaş dikin. Wê demê hûn jî kîjan olî bawer dikin? Pirsgirêka jinê di îslamê de pirsgirêkeke kûr û travmatîk e. Di cîhana îslamê de rizîbûneke kûr û çilviranek heye. Civakeke ku rizîna kûr dijîn yek jî em in. Bi kurtasî ji ber ku cîhana îslamê, bi rizîbûnê re rû bi rû nabe, dê wisa berdewam bike û jê xelas nabe."   ÇAVÊ ZILAMAN LI BAZARA ME YE   Herî dawî Fatma Topval jî li ser ked û tekoşîna jinê axivî. Topval, destnîşan kir ku jinan bi kedek zor û zahmet bazara jinan ava kir û wiha got: "Jinan di sala 2013'an de ji bo 200 jinan Bazara Taxê ya Jiyan ava kir. Jinan di vê bazarê de destpêkê gelek zor û zahmetî dît. Zexteke derûnî û civakî li ser me hebû. Niha jî çavê esnafên zilam li cihê me yê bazarê ye. Em li dijî wan jî têdikoşin. Me kedeke mezin da bila mafên me jî hebin."   Panel bi pirs û bersivan xelas bû.