Bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Îvrendî 2019-06-01 15:18:18   ENQERE - Endamên Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî çalakiya xwe di hefteya 248’an de berdewam kirin. Endamên Înîsiyatifê di vê hefteyê de bal kişandin ser tenduristiya Cemil Îvrendî yê 4 nexweşiyên wî yên kronîk heye pirsîn.  Endamên Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî di hefteya 248’an de li pêş avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Endamên Înîsiyatifê di vê hefteyê de bal kişandin ser tenduristiya Cemil Îvrendî yê 4 nexweşiyên wî yên kronîk heye û li Girtîgeha Tîpa T -1 a Tarsûsê girtî ye pirsîn. Endama MYK'ê ya ÎHD'ê Nuray Çevirmen, bal kişand ser tenduristiya Îvendîe û wiha got: "Cemil Îvrendî yê 57 salî ye, di sala 1994'an de hatiye girtin û 25 salin girtî ye. Di vê pevajoyê de heta niha li 16 girtîgehan geriya ye. Di sala 2002'an de teşhîs bû ku nebesiya dil pêre heye. Dema li Girtîgeha tîpa E ya Sêrtê bû nexweşiya wî hat tespîtkirin. Îvrendî, heta niha li Nexweşxaneyên Zanîngeha Dîcle, Erzirom, Zanîngeha Osman Gazi û nexweşxaneya Dewletê ya Eskişehirê hatiye dermankirin. Di 18'ê Gulana 2018'an de sewqî Girtîgeha Tarsusê kirin. Li Tarsusê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsusê. Cemil Îvrendî, divê bê dermankirin û demek berî demekê bê berdan. Heta hemû pirsgirêk bi awayekî erênî bên çareserkirin emê têkoşîn û daxwazên xwe bi raya giştî re parve bikin û bidomînin."